17:26 25 Nîsan 2018
    Cristiano Ronaldo

    Pêşbirka Lîga Şampiyonan: Real Madrid 1-3 Juventus

    © Sputnik / Alberto PIZZOLI
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Di pêşbirka Lîga Şampiyonan de têkoşînek bêhempa derket holê. Real Madrida ku li deplesmanê tîma Jûventusê 3-0 têk biribû li qada xwe hindik mabû tûra nîvfînalê ji dest berde. Realê bi penaltiya Ronaldo ku di deqîqeya 90+7an de avêt ve derket nîvfînalê.

    Di pêşbirka li Santiago Bernabeuyê hat lîstin de tîma mêvan juventus di deqîqeya 2an de bi Mario Mandzukic ve 1-0 ket pêş. Piştî vê golê fitbolîstê xirwat cardin derket holê di 37an de rewş kir 2-0 û nîva ewil bi vê skorê ve bidawî bû. Juventus bi lîstikek baş bi ser dijberê xwe de diçû û di deqîqeya 60an de bi Blaise Matuidi ve rewş kir 3-0. bi vê encamê ve Real Madridê tûr ji dest berda bû lê di demên dirêjkirinê de Cristiano Ronaldo derket sehnê. Bi biryara hakem Michael Oliver ve Madridê di deqîqeya 90+7an penaltî qezenç kir. Bi penaltiya ku Ronaldo avêt ve Real Madrid derket tûra jor ya nîvfînalê.

    ​Ji hevreketina çar tîmên ku derketin nîvfînalê wê bi pişkavêtina roja 13ê Nîsanê diyar bibe.

    ​-Liverpool (Brîtanya)

    — Roma (Îtalya)

    — Bayern Munih (Elmanya)

    — Real Madrid (Spanya)

    Bi heman mijarî:

    Di pêşbirka rowanşa Lîga Şampiyonan de encamek balkêş derket holê
    Lîga Swêdê: Dalkurd FF 3-0 Ostersund
    Di Lîga UEFA Ewropayê de pêşbirkên fînala çaryekê hatin lîstin
    Di Lîga Şampiyonan de Liverpoolê Manchester City têk bir
    Etîketan:
    têkoşîn, gol, lîga şampiyonan, Pêşbirk, UEFA, Ewropa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de