18:36 20 Gulan 2018
    Yuliya Skripal

    Yuliya Skrîpal: Hê jî rewşa bavê min giran e

    © AP Photo / Yulia Skripal/Facebook
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li gor daxuyaniya polîsê Brîtanya keça sîxurê rûsî ku li Brîtanyaye hat jehrîkirin Yuliya Skrîpal di îfadeya xwe de got: "Hê jî rewşa bavê min giran e."

    Li gor daxuyaniya polîsê Brîtanya keça sîxurê rûsî ku li Brîtanyaye hat jehrîkirin Yuliya Skrîpal di îfadeya xwe de got: "Karmendên taybet ê brîtanî dibin alîkar ji min re. Hê jî rewşa bavê min giran e û ez jî ji ber madeya jehrî êşê dikşînim."

    ‘NIHA NIKARIM HEVPEYVÎNÊ BIDIN ÇAPEMENIYÊ'

    Yuliya Skrîpal di berdewamiya daxuyaniya xwe de dibêje: "Têkiliya me bi malbat û dostên nêzik re dewam dike û pêşniyara alîkariya Balyozxaneya Rûsyayê li Brîtanyayê jî hat gotin. Niha ez naxwazim ji xizmetên wan îstîfade bikim, lê eger ez fikra biguherînim ez dizanim pêwendiyê bi wan re deynim. Ya herî girîng ez bi ewle me û her diçe ez baştir dibim. Lê niha nikarim hevpeyvînê bidim çapemeniyê."

    Skrîpal di dirêjiya axaftina xwe de dibêje: "Dema ez bixwe hatim û baş bûm ez ê daxuyaniyekê bidim. Heta wê demê bila tu kes li ser navê min û bavê min neaxive. Ji bo endîşeyên Viktoria spasiya wê dikim û bila heta demekê pêwendiyê nedeyne û serdana me neke. Nêrînên wê aîdî wê ne ne aîdîme ne."

    Bi heman mijarî:

    The Sun: Yuliya Skripal bo baregeheke leşkerî hat veguhestin
    Nexweşxaneya Salisburyê: Yuliya Skripal ji nexweşxanê derket
    'Di navbera MI6 û FBIyê ji bo Skripal hevdîtin tên kirin'
    ‘Sergey Skripal hişê wî hatiye serî û dikare biaxive’
    Zaxarova: Brîtanyayê ajalên li mala Skripal îmha kirine
    Yulia Skripal: Heftekê berê ez hatim ser hişê xwe, serê min tevlihev e
    Etîketan:
    Keça Sîxurê rûsî, Yuliya Skrîpal, Rûsya, Brîtanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de