06:19 21 Gulan 2018
    Balafir

    Balafiran bi şaşî febrîqe bombebaran kir: Birîndar hene

    © AP Photo / Ariel Schalit
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Balafirên şer Mirage 2000 ê Fransayê li bajarê Loireyê bi şaşî bombeytek avêt febrîqeyekê û di encamê de du kes birîndar bûn.

    Balafir
    © REUTERS / Vladimir Pirogov
    Li gor nûçeya France Bleuyê, bûyer 10 Nîsanê roja sêşemê li bajarê Loireyê qewimî. Du balafirên şer ê aîdî Hêza Hewayî yên Fransayê dema bi ser bajarê Nogent-sur-Vernissonê re derbas dibûn yek ji balafiran bi şaşî bombeya xwe berda. Bomba li ser febrîqeya şirketa Faureciayê ket û di encamê de du kes birîndar bûn.

    Şahidekî bûyerê dibêje: "Pêşî du balafirên şer derbas bûn û paşî dengê teqîneke bi hêz hat. Ji ber dengê teqînê dengê balafiran jî nedihat bihîstin."

    Berdevkê Hêza Hewayî yê Fransayê albay Olivier Celo di axaftina xwe de got: "Bombeya ku bi ser febrîqeyê de ketiye bombeya perwerdeyê ye û di nav tu madeyên teqemenî tuneye. Li gor planê divê bombe bo polîgonê bihata avêtin. Bûyerên wiha pir kêm diqewimin."

    Bi heman mijarî:

    Erdogan: Çawa li Almanyayê êrişa terorî pêk hat dê li Fransayê jî pêk were
    ‘Dibe ji bilî Amerîka û Fransayê hin welatên din jî hêzên xwe bişînin Minbicê'
    ‘Fransayê bi 4 balafiran 50 rayedarên leşkerî şandin Minbicê’
    Çavuşoglu ji Fransayê re: Tu kî yî?
    Di navbera Tirkiye û Fransayê de dîplomasiya Minbiçê
    Serokkomariya Fransayê: Operasyona Tirkiyeyê li Minbicê 'nayê qebûlkirin'
    Etîketan:
    Berdevkê Hêza Hewayî yê Fransayê, Olivier Celo, Loire, Fransa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de