15:46 22 Nîsan 2018
    Serokwezîrê Brîtanyayê May û Serokê Amerîkayê Trump

    BBC: Serokwezîra brîtanî, Brîtanya amade ye ku tevli êrişa muhtemel a li dijî Sûriyê bibe

    © REUTERS / Carlos Barria
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 0 0

    BBCyê ragihand ku, Serokwezîra Brîtanya Theresa May gotiye "Brîtanya amade ye ku tevli êrişa li dijî Sûriyê bibe. Li gorî nûçeyê May ji bo tevlîbûna şerê muhtemel ê li dijî Sûriye li benda destûra parlementoyê nemînin."

    Hate ragihandin ku li ser îhtimala êrîşa Amerîkayê bi ser hikûmeta Beşar Esad, Serokwezîrê Brîtanyayê Theresa May gotiye ku ew amade ne ku beşdarî operasyonê bibin.

    Li gorî nûçeya BBCyê Serokê Partiya Muhafezakar May di wê baweriyê de ye ku li dijî êrişa kîmyayî ya ku tê îdiakirin ku li bejahiya Şamê Xûtaya Rojhilat a Şamê hatiye bikaranîn, bersiv bê dayîn. Lewra ji bo êrişa muhtemel dereng nekeve May naxwaze biryar li parlemenê were dengdan.

    Hêjayî gotinê ye ku li Brîtanyayê ji bo destwerdaneke leşkerî pêwist nake hikûmet destûra parlemenê bistîne. Lê parlemenê îngilîzî di 2013an de li ser îdiayên bikaranîna çekên kîmyayî destwerdana li dijî Sûriyê red kiribû.

    Ji aliyê din Serokê Partiya Karkeran ku li Parlementoyê Brîtanyayê muxalefeta sereke ye Jeremy Corbyn ragihand ku ew li dijî êrişeke muhtemel a li ser Sûriyê ne û di vî warî de ji hikûmetê daxwaz dikir ku ev biryar li parlemenê were dengdan.

    Bi heman mijarî:

    Wekîlê rûsî: Divê Theresa May Erdogan mînak bigire û lêborînê ji Rûsyayê bixwaze
    Koşka Spî: Trump û May li ser ‘hilweşandina tora sîxuriya rûsî’ li hev kir
    Moskowayê bersiva Serokwezîra Brîtanya Theresa May da
    May: Bi îhtimaleke mezin Rûsya ji jehrîbûna sixurê berê berpirsyar e
    Etîketan:
    Jeremy Corbyn, Teheresa MAy, Doanld Trump, Sûriye, Amerîka, Brîtanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de