14:56 19 Nîsan 2018
    Balyozxaneya Rûsyayê ya li Londonê

    Rûsya: Destûrê bidin malbatên Skripalan an jî em ê wan wekî revandî qebûl bikin

    © REUTERS / Phil Noble
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Balyozxaneya Rûsyayê ya li Londonê, piştî ku keça sixurê berê yê rûsî Sergey Skripal, Yuriy Skripal ji Nexweşxaneya Herêma Salisburyê hat derxistin, daxuyand ku ger ji bo serdana malbata wê destur neyê dayîn, guhertina cihê her duyan dê wekî revandinê were qebûlkirin.

    Yuliya Skripal a ku dihat îdiakirin di 4ê Adarê de li Brîtanyayê bi gazê hatiye hejrîkirin, duhî ji Nexweşxaneya Herêma Salisburyê hat derxistin. Di çapemeniya îngiliz de jî hat îdiakirin ku Skripal ji bo ‘parastinê' rakirine nexweşxaneyeke baregeha leşkeri û rewşa wê li wir tê çavdêrîkirin.

    Piştî derxistina Skripal Balyozxaneya Rûsyayê ya li Londonê, li ser hisabê xwe yê Twitterê got, agahiya dibêje Yuliya ji nexweşxaneya hatiye derxistin û birine ‘herêmeke bi ewle' dibe sedema fikarê.

    Di parvekirineke Twitterê ya din a balyozxaneyê de jî ev tişt hatin gotin, "Em ê bêyî destûrê bidin malbatên Skripalan û bi veşartî guhertina cihên wan wekî ‘revandinê', herî kêm wekî dûrxistina bi zorê binirxînin."

    Bi heman mijarî:

    The Sun: Yuliya Skripal bo baregeheke leşkerî hat veguhestin
    Nexweşxaneya Salisburyê: Yuliya Skripal ji nexweşxanê derket
    'Di navbera MI6 û FBIyê ji bo Skripal hevdîtin tên kirin'
    ‘Sergey Skripal hişê wî hatiye serî û dikare biaxive’
    Nexweşxaneya Salisbury: Rewşa Skripal êdî ne krîtîk e
    Etîketan:
    revandin, Balyozxaneya Rûsyayê ya li Londonê, Sergey Skripal, Yuliya Skripal, Brîtanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de