06:58 18 Hezîran 2018
Tony Blair

Blair 15 salan piştî ketina Iraqê behsa midaxeleya leşkerî ya Sûriyeyê dike

© REUTERS / Clodagh Kilcoyne
Ewropa
Lînkê kurt
0 0 0

Serokwezîrê berê yê Brîtanyayê Tony Blair, ku ji bo ketina Iraqê ya di sala 2003an de bi gotinên xwe yên derbarê çekên kimyewî de navdar bû, vê carê di ser îdiayên çekên kimyewî re ji bo midaxeleya leşkerî ya li dijî Sûriyeyê di dewrê de ye.

Serokweîrê berê yê Brîtanyayê Tony Blair li wan îdiayên ku dibêjin rêveberiya Şamê li bajarê Dûma yê di bin kontrola cîhadîstan de êrîşên kimyewî bi kar anîne, xwedî derket.

‘DIVÊ EM BI AMERÎKAYÊ RE HEMAN POZSYONÊ BIGIRIN'

Blair ji bo bernameya ‘Today' ya BBC Today 4ê axivî û parast ku divê Brîtanya ji bo ‘bersivdayîna çekên kimyewî' ya Amerîkayê beşdarî midaxeleya leşkeri ya bi îhtimal bibe.

Blair ev tişt got, "Ger çekên kimyewî wisa hatibin bikaranîn û civaka navdelwetî li dijî vê yekê seknekê nişan bide, divê em jî piştgiriyê bidinê, ji ber ku tetbîqkirina vê girîng e." Blair wisa berdewam kir:
"Ger hûn nêrîna din qebûl bikin û tiştekî nekin, hûn ê çekeke vekirî bidin rejîmê. Sedema vê tenê ne şernekirina li dijî Rûsyayê ye. Zehmetiyên midaxeleyê jî hene. Lê mijara bingehîn ne midaxele ye. Divê ev polîtîkayên bi encam bin. Iraq nişan dide ku midaxelekirin gelekî zehmet e."

'PEJIRANDINA PARLAMENTOYÊ NE PÊWÎST E'

Tony Blair li ser daxuyaniya Serokwezîra Brîtanyayê Theresa May ya ku digot, Brîtanya beriya piştgiriyê bide midaxeleya Amerîkayê divê destûra parlamentoyê bigire an na, got, "Teqez ne pêwîst e". Blair ev tişt gotin, "Ez difikirim ku midaxeleya leşkerî ji êrîşa bejahî zêdetir, wê êrîşa hewayî be. Di van şertan de pejirandina parlamentoyê teqez ne pêwîst e."

Lê di sala 2013an de di dengdana li Parlamentoya Brîtanyayê de midaxeleya leşkerî ya li dijî Sûriyeyê hatibû redkirin. WikiLeaksê gava ji ser hisabê xwe yê Twitterê ev agahî belav kir, bal kişand ser ku li Brîtanyayê mirovê herî nayê hezkirin Blair e.

LÊPIRSÎNA IRAQÊ: KETINA IRAQÊ NEHEQEÎ Û NE PÊWÎST BÛ

Di sala 2016an de di rapora lêpirsîna Iraqê de Blair dihat rexnekirin û ketina Iraqê wekî 'neheqî' û 'ne pêwîst' hat binavkirin. Di raporê de hat gotin, "Brîtanyayê ji bo bêçekirina Iraqê bêyî ku bijarteyên aştiyane biqede biryara ketinê da. Midaxeleya leşkerî ne çareya dawîn bû. Planên ji bo piştî ketinê jî bi tevahî têrê nedikir."

Bi heman mijarî:

Dibe Rûsya fîlo û pergalên parastina hewayî li Sûriyeyê bi kar bîne
‘Hêzên alîgirên hikûmeta Sûriyeyê balafirgeh û baregehên leşkerî vala kirin'
Sûriyeyê bersiv da Amerîkayê: Serî li derewan didin
Qada hewayî ya Sûriyeyê bi temamî vala bû
Malpereke amerîkî armancên leşkerî yên Amerîkayê li Sûriyeyê diyar kirin
Etîketan:
Serokwezîrê berê yê Brîtanyayê, Tony Blair, Brîtanya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de