17:44 25 Gulan 2018
Balafir

Bi îhtîmala êrîşa dijî Sûriyeyê rêhewayên ewropayê hatin hişyarkirin

© Sputnik / Maksim Blinov
Ewropa
Lînkê kurt
0 0 0

Berpirsê trafîka rêhewayên Ewropayê Eurocontrol, di mijara îhtîmala êrişa bi moşekî ya li dijî Sûriyeyê rêhewayên ewropayê hişyar kir: "Li Sûriyeyê di hundirê 72 saetan de ji ber îhtîmala êrîşên ji hewayê yên bi moşekan divê rêhawayên ewropayê li dijî astengkirina navîgasyonan û cîhazên rênîşanderan baldar bin."

Berpirsa koordînasyona trafîka rêhewayên Ewropayê Eurocontrol, bi îhtîmala êrişa li dijî Sûriyeyê rêhewayên ewropayê ji bo seferên Deryaya Spî ya Rojhilat hişyar kir ku baldar bin. Eurocontrol di hişyariya xwe de da zanîn ku di hundirê 3 rojan de li herêmê ji ber îhtîmala pekandina moşekan (kruz) dibe ku telsizên rênîşanderan bên astengkirin.

Di daxuyaniya malpera saziyê de hat gotin ku, "Li Sûriyeyê di hundirê 72 saetan de ji ber îhtîmala êrîşên ji hewayê yên bi moşekan divê rêhawayên ewropayê li dijî astengkirina navîgasyonan û cîhazên rênîşanderan baldar bin û tewdîrên xwe bistînin." Herwiha hat eşkerekirin ku qada hewaya Sûriyeyê jî di nav de sînorê qada xetere berfireh e.

​DYAyê û dewletên Rojavayî bi hinceta ku li Dûmayê çekên kîmyewî bikaraniye li dijî serokê dewleta Sûriyeyê Beşar Esad bersiva ku wê bê dayin dinirxînin.

Bi heman mijarî:

DYA: Îhtîmala operasyona leşkerî ya li dijî Sûriyeyê em dûr nabînin
Lavrov: DYA û Mutefîqên wê hê jî dixwazin Esad biçe
‘DYA, Brîtanya û hin partnerên me dev ji rêbazên edebê berdan e'
DYA: Biryara îadekirinê Gulen li gor hincet û yasayên DYAyê wê bên dayin
Di navbera DYA û Çînê de şerê baca gumrikê destpê kir
Etîketan:
Balafir, Balafirgeh, Rêhewaya Ewropayê, Moşek, Şer, Eurocontrol, Ewropa
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de