19:14 20 Nîsan 2018
     Thomas Strobl

    Wezîrê almanî li ser çalakiya bo Efrînê bersiv da Erdogan: Ez li pişt polîsên xwe me

    © AFP 2018 / Odd ANDERSEN
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 20

    Wezîrê Karên Navxweyî yê Baden-Württemberg Thomas Strobl bersiv da rexneyên Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ên li hemberî Almanyayê û got, "Em piştgiriyê didim polîsên me û karên ku wan kiriye."

    Li bajarê Stuttgart ê Almanyayê dema ku kurdan êrîşên li ser Efrînê protesto dikir, tirkekî bi navê Yusuf Unsal jî ew kurd û çalakiya wan protesto kir û wê demê ew tirk ji aliyê polîsên Almanyayê ve hat desteserkirin. Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û Serokwezîrê Tirkiyeyê Binali Yildirim li ser vê yekê rexne li Almanyayê kir û parastin ku miameleya xerab li wî tirkî hatiye kirin.

    Li gorî DWyê Wezîrê Karên Navxweyî yê Baden-Württemberg Thomas Strobl bertek da van rexneyên Enqereyê û diyar kir ku ew van rexneyên qet qebûl nakin. Strobl got, "Ez piştgiriyê didim polîsên me û karên ku wan kiriye."

    Li gorî nûçeya dpayê jî di daxuyaniya polîsên Stuttgartê de hat gotin ku roja şemiyê bi beşdarbûna 30 kurdan çalakiyek hat lidarxistin û di wê demê de nasnameya tirkekî 39 salî yê ku wekî provokator acizî dida derdorê hatiye tespîtkirin û ew kes hatiye girtin.

    Bi heman mijarî:

    Dê Almanya dest deyne ser pasaportên almanî yên cîhadiyan
    Almanya: Dagirkeriya mayînde ya Efrînê wê rewşeke nû derxe holê
    Almanya bi 4 milyon û 400 hezar euroyê alavên leşkerî firotin Tirkiyê
    Almanya: Hebûna leşkerên me ya li Kurdistanê wê berdewam bike
    Ji DYA, Brîtanya, Almanya û Fransa daxuyaniya hevpar: Rûsya yekrêziya Brîtanyayê binpê kir
    Etîketan:
    Wezîrê Karên Navxweyî yê Baden-Württemberg, Thomas Strobl, Almanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de