08:00 20 Nîsan 2018
    Tîma Fitbolê ya Roma yê

    Di pêşbirka rowanşa Lîga Şampiyonan de encamek balkêş derket holê

    © Sputnik / Tony Gentile
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Di pêşbirka rowanşa fînala çaryekê ya Lîga Şampiyonan de tîma Îtalyayê Roma û nûnerê Spanyayê Barcelona hatin pêşberî hev. Romaya ku di pêşbirka ewil de 4-1 têk çûbû li mala xwe 3-0 qezenç kir û derket nîv fînalê.

    Pêşbirkên rowanşa fînala çaryekê ya Lîga Şampiyonan bi têkoşîna Roma û Barcelonayê ve dest pê kir. Tîma Îtalyayê ku li deplesmanê li dijî nûnerê Spanyayê Barcelonayê 4-1 tê çû bû di pêşbirka rowanşê ya li mala xwe de reqîbê xwe yê xwedî hêz 3-0 têk bir û navê xwe li nîvfînalê nivîsand.

    ROMA 3-0 BARCELONA

    Di serê pêşbirkê de tîma romayê baş dest bi têkoşînê kir, di deqîqeya 6an de bi Dzeko skor kir 1-0. Nîva ewil bi vê skorê ve dawî bû. Romaya ku ji bo tûrderbaskirinê pêdiviya wê bi golan hebû hemû risk dabûn ber çavan.

    ​Di deqîqeya 58an de De Rossi bi gola ji penaltiyê avêt ve rewş kir 2-0. Gola ku tûra nîvfînalê ji nûnerê Îtalyayê re anî ji Kostas Manolas ve hat. Roma her çiqas di pêşbirka ku li deplesmanê 4-1 tê çûbû jî bi avantaja gola ku li deplesmanê avêt ve derket nîvfînalê.

    Bi heman mijarî:

    Lîga Swêdê: Dalkurd FF 3-0 Ostersund
    Di Lîga UEFA Ewropayê de pêşbirkên fînala çaryekê hatin lîstin
    Di Lîga Şampiyonan de Liverpoolê Manchester City têk bir
    Di Lîga Şampiyonan de pêşbirkên fînala çaryekê diyar bûn
    Etîketan:
    nîvfînal, Fitbol, lîga şampiyonan, gol, Îtalya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de