18:45 20 Gulan 2018
    Yuliya Skripal

    Nexweşxaneya Salisburyê: Yuliya Skripal ji nexweşxanê derket

    © Foto : Yulia Skripal/Facebook
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Dîrektorê Neşxaneya Salisburyê Christine Blanshard ragihand ku “Yuliya Skripal ku di 4ê Adarê de bi bavê xwe re hatibû jehrîkirin, îro ji nexweşxaneya me derket.

    Dîrektor Christine Blanshard di derbarê mijarê de anî ziman ku "Yuliya ji ber ku rewşa wê baş bû ji nexweşxaneya me derket, ev nawê maneya ku tedawiya wê bi dawî bû, lê hat asteke baş." Christine Blanshard her wiha dest nîşan kir ku Sergey Skripal jî gelek pêşve çû em hêvî dikin ku ew jî di demeke nêz de baş bibe û ji nexweşxanê derê.

    Yuliya Skripal ji 4ê meha Adarê vir de di nexweşxanê de bû, yekem car hefteya borî bi hişê xwe hatibû. Yuliya di îfadeya xwe ya ku dabû polîsên Londrayê de gotibû ku "ez nû bi hişê xwe ve hatim di derbarê bûyerê de hişê min tev li hev."

    Bi heman mijarî:

    Balyozxaneya rûsî: Biryara Britanya ya nedayîna vîzeyê bo biraziya Skrîpal siyasî ye
    Nebenzya: Skrîpal ji bo Rûsyayê ne tehdîd bû
    Serokê labaratwara leşkerî ya brîtanî: Me jêdera gaza Skrîpal jehrî kiribû piştrast nekir
    Rûsyayê ji bo krîza Skrîpal ji KENYê daxwaza civînê kir
    Etîketan:
    yuliya skrîpal, Jehrîkirina Skripalî, Bûyera Skrîpal, Brîtanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de