Ew penaberê kurd ê efrînî berî du sal û nîvan hatibû Almanyayê û di şirketeke perçeyên tirimbêlan de dixebitî lê ew û hevalekî wî yê kurd ji kar hatin derxistin. Ehmed Zeynel dibêje ku sedema jikarderxistina wan jî ew bû ku wan rexne "li kuştina sivîlan li Efrînê ji aliyê Artêşa Tirkiyeyê û komên dijber ên li gel wê girtibûn."
Ehmed bûyerê wiha vedibêje: "Ez û hevkarê xwe yê kurd Aslan derbarê rewşa li Efrînê de diaxivîn ji ber rmalbatên me li wê derê ne. Yek ji xebatkarên tirk ên şirketê nêzîkî me bû û pirsî bê em çi li ser operasyona li wê derê(Efrînê) difikirin. Me rexne li operasyona leşkerî ya Tirkiyeyê û siyaseta Erdoganî girtin û me fikira xwe bi azadî vegot. Piştî wê kesên li wê derê kar dikin li me kom bûn û em tawanbar kirin ku em terorîst in. Piştî wê bi çend rojan, ez seyr lê man ku hişyariyek hatiye ku em ji kar hatine derxistin."
Hemû şirove
Pêşandana şiroveyên nuh (0)
Berseva li ser(Pêşandana şiroveyêGirtina şiroveyê)