04:56 21 Nîsan 2018
    Dalkurd

    Lîga Swêdê: Dalkurd FF 3-0 Ostersund

    © Foto : Dalkurd
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 10

    Dalkurd di pêşbirka xwe ya duyem a Lîga Fitbolê ya Swêdê de biserket, pêşbirka ku li Stada Domnarvsvallenê hat lîstin bi serdestiya tîma kurd ve encam bû û bi vî awayî pûnanên xwe yên ewil bidest xist: Dalkurd FF 3-0 Ostersund.

    Tîma ku ji aliyê karsazên kurd ve li Swêdê hatiye damezrandin Dalkurd FF, di hefteya duyem a Lîga Fitbolê ya Swêdê de hêsan qezenç kir. Dalkurd bi kadroya xwe ya sereke derket hemberî dijberê xwe Ostersundê. Pêşbirka ku li Stada Domnarvsvallenê hat lîstin bi serdestiya tîma mazûvan ve dest pê kir.

    Di deqîqeya 35an de bi asîsta Irfan Jasarevic ve Mohamed Turay tîma xwe 1-0 xist pêş. Tîma mêvan ji bo golê her çiqas hewl da jî negîhaşt encamê û nîva ewil ya pêşbirkê bi vê skorê ve bidawî bû. Tîma Ostersundê di nîva duyem de bi lêdana Saman Ghoddos a ji derveyî seha cezayê ve nêzî golê bû, lê gog rastî kaleyê nehat.

    ​Tîma Dalkurd di deqîqeya 55an de bi Oliver Berg ve skor kir 2-0. Piştî vê golê dijber Ostersundê hêvîşikestî bû û Dalkurd bi hêsanî bi ser dijberê de çû. Di deqîqeya 84an de Mohamed Turay rewş kir 3-0 û pêşbirk bi vê skorê ve bi dawî bû.

    Dalkurd di Lîga Swêdê de pêşbirka xwe ya duyem qezenç kir û piştî têkçûna pêşbirka ewil pûanên xwe yên ewil bidest xist. Li gor rêzika pûanan Dalkurd di nav 16 tîmên lîga fitbolê ya Swêdê de bi 3 pûnan ve di rêza 6em de ye.

    Bi heman mijarî:

    Dalkurd di pêşbirka xwe ya ewil de têk çû: AIK 2-0 Dalkurd FF
    Dalkurd Spor derbasî Lîga herî bilind a Swêdê bû
    Etîketan:
    dalkurd, fitbol, skor, kurd, werziş, Dalkurd FF, Swêd
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de