07:42 27 Nîsan 2018
    Protestoya Efrînê li Parîsê

    Li Swêsra polîsan mudaxaleyê xwepêşandana ji bo Efrînê kir: 239 kes desteser kirin

    © Sputnik /
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 03

    Li Berna payîtextê Swêsra kesên kurd û piştgirên kurdan bi navê ‘piştgiriya Efrînê’ xwepêşandanekê li darxistin. Polîsan bi guleyên plastîk mudaxale kirin û bi sedan kes hatin binçevkirin.

    Li gorî agahiyên ji aliyê çapemeniya Swêsra ve hatin parvekirin, duhê nêzî 400 kes ji îstasyona Bernê ber bi meydana Parlementoyê dest bi meşê kirine. Piştî wextekê bi hinceta ku xwepêşandan bêdestûr bûye polîsan mudaxale kiriye û di navbera wan de rakêşî derketiye. Li gorî nûçeyên di derbarê bûyerê de polîsan guleyên plastîk û xaza tûj bi kar anîne.

    Di encama mudaxaleya polîsan de 63 ji wan jin bi tevahî 239 kes hatine binçevkirin. Hat destnîşankirin ku ev yekem car e ku polîs bi vê awayê hişk mudaxale dikin.

    Bi heman mijarî:

    Li Londrayê ji bo piştgiriya kurdên Sûriyê xwepêşandan hat li darxistin
    Li dijî paşkeftkirina mûçeyan li piraniya bajarê Herêma Kurdistanê xwepêşandan hatin kirin
    Li Ewropayê ji bo piştgiriya Efrînê xwepêşandan hatin lidarxistin
    Li Parisê ji bo Efrînê xwepêşandan
    Etîketan:
    efrîn, xwepêşandan, Swêd
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de