22:17 19 Nîsan 2018
    Sergey Skripal

    'Di navbera MI6 û FBIyê ji bo Skripal hevdîtin tên kirin'

    © REUTERS / Henry Nicholls
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Rojnameya îngiliz ya Sunday Timesê îdia kir ku ji bo sixurê berê yê rûsî Sergey Skripal û keça wî Yuliya, ku di destpêka meha adarê de hatibûn jehrîkirin, li Amerîkayê werin bicihkirin, hevdîtin tên kirin.

    Li gorî nûçeya Sunday Timesê saziya îstixbarata derve ya îngiliz MI6 bi Buroya Lêpirsînê ya Amerîkaya Federal (FBI) re hevdîtinê dike ku Skripal û keça wî ‘ji bo ji sûîqestên nû werin parastin' li Amerîkayê werin bicihkirin.

    Çavkaniyekî ji hikûmeta îngiliz got, tê pêşniyarkirin ku ji bo Skripal û keça wî nasnameyên nû werin dayîn û çavkaniyekî din jî destnîşan kir ku ji bo bicihkirina wan Kanada, Avustralya û Zelandaya Nû jî di rojevê de ne.

    Lê çavkanî got, ji ber kêmbûna îhtimalê ya kuştina wan û hêsanbûna parastinên wanbi îhtimeleke mezin bav û keç wê li amerîkayê werin bici

    hkirin.Di navberê de biraziya Sergey Skripal Viktorya Skripal di axaftina xwe ya ji bo çapemeniya îngiliz de got, Yuliya dixwaze vegere Rûsyayê.

    Bi heman mijarî:

    ‘Sergey Skripal hişê wî hatiye serî û dikare biaxive’
    Zaxarova: Brîtanyayê ajalên li mala Skripal îmha kirine
    Yulia Skripal: Heftekê berê ez hatim ser hişê xwe, serê min tevlihev e
    Etîketan:
    Dezgehê Îstixbarata Derveyî (MI6), FBI, Sergey Skripal, Brîtanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de