07:46 27 Nîsan 2018
    euro, dolar, sterlin, yen

    Mirovê herî dewlemend ê Ewropayê hat eşkerekirin

    © REUTERS / Jason Lee/Illustration/File Photo
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê koma Louis Vuitton Moët Hennessyê Bernard Arnaultê fransî yê ku beriya niha wekî mirovê herî dewlemend ê 4an yê dinyayê hat nîşandan, niha jî bû mirovê herî dewlemend ê Ewropayê.

    Li gorî Bloomberg Billionaires Indexê Arnault damezirîner û serokê berê yê şîrketa Inditexê Amancio Ortegayê îspanyolî li pey xwe hişt. Li gorî nirxandina Bloombergê mal û milkê Arnault bi qasî 70 milyar û 7 milyon dolaran dibîne.

    Di lîsteya kesên herî dewlemend ên cîhanê de jî li pêş Arnault damezirîner û CEOyê Amazonê Jeff Bezos, damezirînerê Microsoftê Bill Gates û xwediyê Berkshire Hathaway Warren Buffet hene.

    Louis Vuitton ji aliyê Forbesê ve wekî markaya herî luks a cîhanê hatiye tescîlkirin.

    Bi heman mijarî:

    15 kesên herî dewlemend yên Bitcoinê
    Jina herî dewlemend jiyana xwe ji dest da
    Qetar: Em pir dewlemend in, tehdîd bandorê li me nake
    Karsazê dewlemend bû Wezîrê Bazirganî yê Amerîkayê
    Rayedarê YEyê: Bi Tirkiyê re diyalogeke dewlemend berdewam dike
    Etîketan:
    Mirovê herî dewlemend ê Ewropayê, Bernard Arnault, Ewropa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de