16:58 25 Nîsan 2018
    Almanya - Munster

    Li Almanyayê wesayitek ket nava qelebalixê: Mirî û birîndar hene

    © AFP 2018 / dpa / AFP
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li bajarê Munsterê yê Almanyayê kesek bi wesayitekê kete nav qelebalixê. Li gorî zanyarên pêşîn di encamê de 3 kes mirine û bi dehan kes jî birîndar bûne. Polîs difikire ku bûyereke terorî be.

    Li bajarê Munsterê yê Almanyayê kesek bi wesayitekê kete nav qelebalixê. Li gorî zanyariyên pêşîn di encama bûyerê de herî kêm 3 kesan jiyana xwe ji dest daye.

    Berdevkê Miduriyeta Ewlehiyê ya Munterê daxuyand ku êrîşkar xwe kuştiye û got, jê 6 giran, bi tevahî nêzikî 30 kes jî birîndar bûne.

    ​Balkêş e ku bûyer di roja salvegera bûyera kamyonê ya ku sala borî li bajarê Stockholmê qewimîbû, rûda.

    Malpera rojnameya Rheinische Postê behsa 30 birîndaran kir û öalpera Westfälischen Nachrichtenê jî ragihand ku wesayit li 50 kesan qelibiye.ü

    Hat diyarkirin ku ajokarê wesayitê gule bera xwe daye û xwe kuştiye. Loma jî gumanên polîsan yên li ser êrîşa terorê hîn xurt bûn.

    Bûyer li devera peykerê Kiepenkerlê qewimî. Yanî almanî û geştyar ji bo kêfê dihatin vî cihî.

    Bi heman mijarî:

    Amerîka bi 2 milyar û nîvan NHByan difiroşe Almanyayê
    Dadgeha Almanyayê serokê serxwebûnxwaz ê Katalan serbest berda
    Erdogan li ser rewşa Efrînê de agahî da serokomarê Almanyayê
    Almanyayê di meseleya Efrînê de Tirkiyê rexne kir
    Etîketan:
    wesayit, Munster, Almanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de