14:51 19 Nîsan 2018
    aleksîs çîpras- aleksis çipras

    Çîpras: Bila Tirkiye jiyana mirovan ji bo şantajan bi kar neyîne

    © AP Photo/ Yannis Liakos
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 10

    Rakêşiya di navbera Yunanistan û Tirkiyê de ya li ser herdu leşkerên yunanî yên ji aliyê Tirkiyê ve hatibûn desteserkirin didome.

    Serokwezîrê Yunanistanê Aleksis Çipras di axaftina xwe ya bi rojnameya Documento re di derbarê Tirkiyê de rexneyan kir. Çîpras destnîşan kir ku "jiyan û azadiya însan lazim e tu car nebe piyonê şer û tu car wek şantaj neyê bikaranîn."
    Hejayê gotinê ye ku di meha adarê de du leşkerên Yunanistanê li li bajarê Edîrnê ji sînorê Tirkiyê derbas bibûn û ji aliyê Tirkiyê ve hatibûn desteserkirin. Leşkerên Yunanistanê di îfadeyên xwe de gotibûn ku bi xeletî derbasbûne, lê dozgeriya Tirkiyê wan bi sîxurtiyê desteser kiribû.
    Heta îro daxwaziyên Yunanistanê yên di derbarê berdana leşkeran de ji aliyê Tirkiyê ve nehatin qûbûlkirin.

    Bi heman mijarî:

    Yunanistan li qeraxên Kuşadasiyê amadehiya tetbîqatê dike
    Yunanistan: Em bi Tirkiyê re pir nêzê qezayek mezin bûne
    Tirkiye: Yunanistan hedê xwe derbas dike
    Yunanistan: Em ji peymana agirbestê ya di navbera DYA û Rûsyayê memnun in
    Etîketan:
    leşker, girav, yunanistan, Yunanistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de