10:36 23 Nîsan 2018
    Tîma Fitbolê ya Romayê

    Îranê logoya tîma fitbolê ya Romayê sansur kir, Îtalya lê seyr ma

    © AFP 2018 / FILIPPO MONTEFORTE
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Televîzyona Dewletê ya Îranê çiçikên gura ku di logoya tîma gogbaziyê ya Romayê de şîr dide Romulus û Remusê sansur kir û Îtalya li vê yekê seyr ma.

    Yek ji kanalên televizyona dewletê ya Îranê Iran's Voice and Vision di weşaneke xwe ya li ser lîstika tîma Roma û Barcelonayê de çiçikên gura di logoya tîma Romayê de sansur kir û bi awayekî mozaîkirî li ser ekranê hat weşandin.

    Piştî nûçeya derbarê sansurkirina logoyê de li ser medyaya civakî belav bû, Şaredariya Romayê daxuyanî da û got, "Em bi logoya xwe serbilind in."

    Li gorî nûçeya BBC Tirkî çapemeniya Îtalyayê jî cihekî fireh da sansurkirina logoyê û hat bibîrxistin ku Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî di dema serdana xwe ya sala 2016an de jî bariyer xist navbera xwe û peykerên ‘tazî'.

    Herwisa di rojanmeya îtalî ya bi navê Corriere della Serayê de jî ev bûyera sansurkirina logoyê wekî "tundûtûjî û bêtehemuliya dewletên zordest" hat binavkirin. Di rojnameyê de hat gotin  ku, "Paşverûtî li nav ajalên bêguneh jî belav dibe. Daxwaza sansurê sînoran nas nake."

    Bi heman mijarî:

    ‘Îranê dev ji çêkirina bernameya nûkleerî bernedaye'
    Bi saya Rûsya, Tirkiye û Îranê dê rewşa Sûriyeyê normalîze bibe
    Dîplomatê amerîkayî: Divê Amerîka bandora Îranê ya li Iraqê sînordar bike
    Medya Îranê: Gelê Reqayê li hemberî HSDê serî hilda
    Ebadî: Di navbera Amerîka û Îranê de em nabin alîgir
    Etîketan:
    logo, sansurkirin, Tîma Fitbolê ya Romayê, Îtalya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de