15:53 21 Gulan 2018
    Nexweşxaneya Herêmî ya Salisburyê

    Nexweşxaneya Salisbury: Rewşa Skripal êdî ne krîtîk e

    © AFP 2018 / Chris J Ratcliffe
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Derbarê jehrîkirina sixurê rûsî yê berê Sergey Skripal û keça wî de tiştekî nû qewimî. Hat ragihandin ku piştî daxuyaniya pêşîn ya Yuliyayê bavê wê Sergye jî jji rewşa krîtîk derketiye.

    Dîrektorê Tibî yê Nexweşxaneya Herêma Salisburyê ya li Brîtanyayê Dr. Christine Blanshard daxuyand ku rewşa sixurê berê yê rûsî Sergey Skripal êdî ne krîtîk e.

    Li gorî ragihandina Pergala Tenduristiyê ya Neteweyiya Brîtanyayê (NHS), Dr. Christine Blanshard got, "Bersiveke erênî dide tedawiyê, gelekî zû baş dibe û rewşa wî êdî ne krîtîk e."

    Rêxistina polîsên îngiliz (Scotland Yard) jî di 5ê Nîsanê de daxuyandibû ku Yuliya Skripla beriya hefteyekê hatiye ser hişê xwe û derbarê tiştên qeimîne de hişê wê hebkî tevlihev e.

    Blanshard ragihand ku rewşa Yuliya Skripal her ku diçe baştir dibe û got, "Wekî ku Yuliya jî dibêje, hêza wê her ku diçe zêde dibe. Bê sebir li bende roja derketina xwe ya ji nexweşxaneyê ye."

    Dîrektorê Tibbî anî ziman ku îdiayên li ser derketina Yuliya tenê spekulasyon in û got, divê li mehremiyeta Yuliya rêz were girtin.

    Bi heman mijarî:

    Yulia Skripal: Heftekê berê ez hatim ser hişê xwe, serê min tevlihev e
    Wezareta Rûsyayê di derbarê buyera Skripal de 13 pirsan ji OPCWê pirsîn
    Balyozê rûsî: Bûyera Skripal provokasyona Brîtanyayê ye
    Zaxarova sedama veşartina agahiyên derbarê Skripal de eşkere kir
    Zaxarova: Delîlên bûyera Skripal yên Brîtanyayê derewên kurewî ne
    Etîketan:
    Nexweşxaneya Herêmê ya Salisbury, Cristine Blanshard, Sergey Skripal, Brîtanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de