06:25 21 Gulan 2018
    Minbic - Heleb - El Bab

    Çima Fransa agahiyên derbarê leşkerên xwe yên li Sûriyeyê de eşkere nake?

    © REUTERS / Khalil Ashawi
    Ewropa
    Lînkê kurt
    Hevdîtinên li ser Minbicê wê çi encaman bidin? (40)
    0 0 0

    Rojnameya El-Şerq el Ewsetê diyar kir ku Fransa agahiyan derbarê hêzên xwe yên leşkerî yên li Sûriyeyê nade da ku Enqereyê provoke neke û got ku 'Fransa û Amerîkayê ji Serokkomarê(Tirkiyeyê Recep Tayyip) Erdoganî re gotiye ku planên wî li herêmên kurdî red dikin' .

    Li gel ku gelek agahî tên ku Fransayê hêzên xwe li Minbicê bi cî kirine jî lê Parîs her agahiyan derbarê hêzên xwe yên taybet(Komando) yên ku li bakurê Sûriyeyê bi cî kirine eşkere nake û hewl dide rewşê veşartî bihêle.

    Li gorî nûçeya El-Şerq el Ewsetê, ne serokkomariya Fransayê ne jî wezaretên wê ya derve û parastinê jî ti agahiyan derbarê tevgerên hêzên xwe û cihên wan de nadin ku du sedemên vê hene ku "yek leşkerî ye û ya din jî siyasî ye".

    "AGAHIYÊN BERFIREH DERBARÊ HÊZÊN FRENSÎ YÊN LI SÛRIYEYÊ DE TINE NE"

    Rojname diyar dike ku gelek tişt derbarê hêzên frensî yên li Bakurê Sûriyeyê nayên zanîn lê tê texmînkirin ku 200 pesonel bin û li ser sedema leşkerî wiha dibêje: Parîs tiştên ku li Bakurê Sûriyeyê dike vedişêre. Ji aliyê leşkerî ve, prensîpeke belav heye ku desthilat qet behsa operasyonên hêzên xwe yên taybet ên li Sûriyeyê nake".

    "TEVGERÊN FRENSÎ JI BER DAXUYANIYÊN TRUMPÎ GIRING IN"

    Li ser sedema siyasî ya ku Fransa ji bo wê naxwaze agahiyan derbarê hêzên xwe de bide, wiha tê gotin: Piştî wan bertekên tund ên Enqereyê, Parîs hewl dide Tirkiyeyê provoke neke."

    Di berdewamiya nivîsê de wiha tê gotin, tevgerên frensî li Bakurê Sûriyeyê giring in, ji ber ku di demeke wiha de hatin ku Serokê Amerîkayê Donald Trumpî ragihandibû ku dixwaze "di demeke kurt de" ji Sûriyeyê vekişe.

    "FRANSA DITIRSE KU AMERÎKA JI SÛRIYEYÊ VEIKIŞE"

    El Şerq el Ewsetê diyar dike ku "çavkaniyê gelekî nêzîk li Parîsê dibêjin ku Fransa û Amerîkayê ji Serokkomarê(Tirkiyeyê Recep Tayyip) Erdoganî re gotiye ku planên wî li herêmên kurdî "red dikin" û balyozê frensî li Enqereyê hatiye peywirdarkirin ku helwesta herdu paytexyan jê re ragihîne."

    "LI GORÎ FRANSA HERÊMA KURDÎ TEKANE KART E"

    Malper bi bîr tîne ku "ne tiştekî veşartî ye ku Fransa dtiirse ku Amerîka ji Sûriyeyê vekişe, ji ber hebûna leşkerî ya amerîkî li rojhilat û bakurê Sûriyeyê wek kartekê dihesibîne, nexasim li herêmên di kontrola YPGê de ku ew "tekane kart" e ku bikarin bi awayekî cidî bi kar bînin da ku hevsengiyekê li himber hebûna rûsî-îranê çêkin û bandorê li siberoja Sûriyeyê bikin."

    "PEYAMA FRANSAYÊ: EFRÎN NE MINBIC E"

    Di berdewamiya wê de wiha tê gotin: "Ji vê nerîn ve, jinûvebicîkirina  yekîneyên amerîkî û frensî li derdora Minbicê, ji bo wê tê kirin ku 'peyameke' zelal bidin Enqereyê da ku fêm bike, 'Minbic ne Efrîn e'."

    "DIYALOGA FRANSA Û TIRKIYEYÊ BERDEWAM E"

    Herwiha nûçe îdîa dike ku çavkaniyên dîplomatîk ên frensî difikirin ku  eger leşkerên amerîkî û frensî di nav û derdora Minbicê de bin, Tirkiye dê "rîskeke wiha" neke û operasyoneke leşkerî li wir neke" û teqez dikin ku li gel rageşiya navbera Parîs û Enqereyê jî, çavkaniyên frensî piştrast dikin ku diyalog di navbera herdu aliyan de berdewam dike.

    "EGER FRANSA BI FERMÎ HEBÛNA LEŞKERÊN XWE PIŞTRAST BIKE…"

    Nivîs di berdewamiyê de wiha dibêje, "eger bi awayekî fermî agahiyên dibêjin Parîsê hebûna xwe ya leşkerî li Minbic û herêma wê zêde kiriye werin piştrastkirin, ev tê wê wateyê ku serokê (Fransayê) Macron birijd e ku alîkariya kurdan bike".

    Mijar:
    Hevdîtinên li ser Minbicê wê çi encaman bidin? (40)

    Bi heman mijarî:

    Hevdîtina Tirkiye û Amerîka ya Minbicê hat paşxistin
    Fermandarê Amerîkayê: Me li şûna hêzên çûne ‘Efrînê’ hêza teqwiye şand Minbicê
    Kalin: Di meseleya Minbicê de me bi Amerîkayê re li hev kir
    Amerîka: Ti rêkeftinek bi Tirkiyeyê re li ser Minbicê çênebûye
    Etîketan:
    Emmanuel macron, Donald Trump, Recep Tayyip Erdogan, Minbic, Sûriye, Tirkiye, Amerîka, Rûsya, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de