22:11 19 Nîsan 2018
    YE (Yekîtiya Ewropayê) - Tirkiye

    Yekîtiya Ewropayê 3 milyar euro dide Tirkiyeyê

    © REUTERS / Murad Sezer/File Photo
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 02

    Berdevka Komisyona Yekîtiya Ewropayê (YE) Natasha Bertaud got, di çarçoveya peymana penaberan de ji bo 3 milyar euroyên dê bidin Tirkiyeyê, divê welatên YE 2 milya euroyan ji budceya xwe ya neteweyî bidin.

    Natasha Bertaud li Brukselê civîna çapemeniyê li dar xist û di civînê de li ser alîkariya ji bo Tirkiyeyê axivî. Bertaud di axaftina xwe de got, "Para milyarek Euro ya ji bo Tirkiyeyê hat dayîn, ji budceya Yekîtiya Ewropayê hat terxankirin. Para din ya 2 milyar euroyî jî welatên Yekîtiya Ewropayê dê ji budceyên xwe yên neteweyî bidin. Ji bo sepandina vê yekê em hevdîtinên xwe yên ligel Konseya YE didomînin."

    Bertaud li ser pirsa "ger hinek welatên YE vê yekê red bike wê çi bibe" jî got, "Budceya YE ne bê sînor e."

    Yekîtiya Ewropayê di 14ê Adarê de ragihandibû ku wan di çarçoveya peymana penaberan de ji bo dayîna Tirkiyeyê 3 milyar euroyên para duyem pejirandiye.

    Bi heman mijarî:

    14 welatên Ewropayê dê dîplomatên rûsî dersînor bike
    Ji 75 endamên Parlamentoya Ewropayê bangewaziya Tirkiyê
    ‘Kûpaya Cîhanê wê di navbera Messi û Dewletên Ewropayê de derbas bibe'
    Parlamentoya Ewropayê ji Tirkiyeyê re: ‘Ji Efrînê derkevin'
    Etîketan:
    Berdevka Komisyona YE, Natasha Bertaud, Bruksel, Ewropa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de