02:39 28 Gulan 2018
Carles Puigdemont

Dadgeha Almanyayê serokê serxwebûnxwaz ê Katalan serbest berda

© Foto: Junts pel Si
Ewropa
Lînkê kurt
0 0 0

Serokê serxwebûnxwaz ê Katalan Carles Puigdemont ku li ser daxwaza Dadgeha Bilind a Îspanyayê li Almanyayê hatibû binçavkirin bi biryara dadgeha almanî hat berdan.

Dadgeha eyaletê ya Almanyayê li ser daxwaza Dadgeha Bilind a Îspanyayê ku biryara girtina Serokê serxwebûnxwaz ê Katalan Carles Puigdemont derxistibû, Puigdemont binçav kiribû.

Ligel ku dozgerê almanî li ser biryara Îspanyayê daxwaz ji Dadgeha Eyaletê kiribû ku biryara girtina Puigdemont bide û wî radestî Îspanyayê bike jî dadgehê biryar da ku serbest were berdan.

Bi vî awayî Almanyayê daxwaza radestkirina Puigdemont bo Îspanyayê red kir.

Bi heman mijarî:

Heşda Şeibî: Em nahêlin Tirkiye êrîşê Şingalê bike
Balafirên şer ên tirk devera Sîdekanê topbaran dike: Gund hatin valakirin
Balyozê Tirkiyeyê li Iraqê: Qayimkirina têkiliya Hewlêr û Bexdayê di berjewendiya me de ye
Kergedenek bi mebesta 'parastina' dayika xwe êrîşî veterîneran dike
Iraq: PKK vekişiyaye û ji ber vê yekê em nahêlin Tirkiye operasyonê bike
Etîketan:
Carles Puidemont, Katalanya, Katalanya, Îspanya, Almanya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de