19:15 20 Nîsan 2018
    Serokwezîrê Avusturyayê Sebastian Kurz

    Serokwezirê Avûstûryayê Kurz: Me dîplomatên rûs dersînor nekirine û em nakin jî

    © Sputnik / SAMUEL KUBANI
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokwezirê Avûstûryayê Sebastian Kurz derbarê jahrîkirina sîxurê berê yê rûs û keça wî ku di navbera Rûsya û Brîtanyayê de bû sedema gengeşiyê û vegeriya qempanyaya dersînorkirina dîplomatan de got: "Em bêalîne û me ti diplomat dersînor nekirine."

    Serokwezirê Avûstûryayê Sebastian Kurz derbarê bûyera jahrîkirina sîxurê berê yê rûs Sergey Skripal û keça wî Yuliya ku di navbera Rûsya û Brîtanyayê de bû sedema gengeşiyê û vegeriya qempanyaya dersînorkirina dîplomatan de wiha got: "Ji ber rola me ya bêaliyê me ti diplomat dersînor nekirine."

    Serokwezirê Avûstûryayê Sebastian Kurz di televizyona Plus 4ê de ku 100 rojên xwe yên pêywira serokwezîriyê nirxand de derbarê bûyera skripal de jî axivî. Kurz eşkere kir ku wan ti dîplomatên rûs ji ber bûyera sîxur dersînor nekirine: "Têkiliyên me yên baş bi Rûsyayê re hene. Em dewletek bêalî ne, em xwedîmaltiya saziyên navnetewî dikin. Bi hezaran diplomat ji bo li heremek bêalî civînên xwe bikin tên welatê me. Ji ber vê jî em ji bo hemû welatan wek pirekê ne."

    Bi heman mijarî:

    Yulia Skripal: Heftekê berê ez hatim ser hişê xwe, serê min tevlihev e
    Wezareta Rûsyayê di derbarê buyera Skripal de 13 pirsan ji OPCWê pirsîn
    Balyozê rûsî: Bûyera Skripal provokasyona Brîtanyayê ye
    Etîketan:
    jahrîkirin, Dîplomat, Sîxur, Skripal, Sebastian Kurz, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de