06:08 20 Nîsan 2018
    Parîs - Ala Fransayê

    Parlamenterê fransî ji bo balyozê tirk got: Em bi kurdan re ne

    © REUTERS / Benoit Tessier
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 30

    Li Parlamentoya Fransayê bi beşdarbûna Balyozê Tirkiyeyê yê li Parîsê civîneke komisyonê hat birêvebirin û di wê civînê de rexneyên giran li dewleta tirk hat kirin. Parlamenterekî Partiya Komunîst ya Fransayê dewleta tirk wekî "hov" bi nav kir û gotina ‘paqijiya etnîkî' bikar anî.

    Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu
    © AFP 2018 / NICHOLAS KAMM
    Civîna komisyonê ya li Parlamentoya Fransayê di roja 3yê Nîsanê de hat lidarxistin û Balyozê Tirkiyeyê yê li Parîsê İsmail Hakkı Musa jî beşdarî civînê bû. Parlamenterê Partiya Komunîst ya Fransayê Jean-Paul Lecoq di civînê de axivî û kirinên Tirkiyeyê yên li Rojava û Sûriyeyê wekî tawan û ‘hovitî' bi nav kir.

    Lecoq dîmenê axaftina xwe ya civînê li ser hisabê xwe yê Facebookê belav kir û di parvekirina xwe de got, "Min binpêkirinên metirsîdar yên Tirkiyeyê ku li Sûriyeyê hatine kirin û neqehiyên ku hikûmeta tirk li HDPê kirine, bibîr xistin."

    Parlamenterê fransî di destpêka axaftina xwe de Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan wekî ‘dîktator' bi nav kir û got, "Ez dixwazim pêşiyê berteka rayagiştî ya Fransayê li hemberî dîktator Erdogan bînim ziman." Lecoq derbirî ku Erdogan li dijî nirxên fransî tevdigere û ji bo balyozê tirk got, "Hûn mafên mirovan û demokrasiye digirn bin pêyan."

    Lecoq destnîşan kir ku ew ne YPGê ne jî YPJê wekî rêxistinên terorê dibinin û wisa berdewma kir: "Em jî di dîroka xwe de wekî terorîst dihatin nirxandin lê me jî ligel yên din ber xwe da û welatê xwe azad kir. Û em xwe gelekî nêzikî berxwedêrên kurdan hîs dikin."

    Bi heman mijarî:

    ‘Fransayê bi 4 balafiran 50 rayedarên leşkerî şandin Minbicê’
    Çavuşoglu ji Fransayê re: Tu kî yî?
    Di navbera Tirkiye û Fransayê de dîplomasiya Minbiçê
    Serokkomariya Fransayê: Operasyona Tirkiyeyê li Minbicê 'nayê qebûlkirin'
    Li Fransayê kirîza rehînegirtinê 3 kes jiyana xwe ji dest dan
    Etîketan:
    kurd, Parlamenterê Partiya Komunîst a Fransayê, Jean-Paul Lecoq, Fransa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de