05:38 22 Nîsan 2018
    bidarvekirin

    Piştî 140 salî ji îdamkirina wî, lêborîn jê hat xwestin

    © AP Photo / Denis Farrell
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Piştî 140 salî ji bidarvekirina Myles Joyceê holendî ji ber kuştina 5 kesên ji heman malbatê, hinek raport derketin ku vegerandina îtîbara wî pêwîst kir û lêborîn jê hat xwestin.

    Li gorî nûçeya SkyNewsê, hûrgiliyên vê bûyerê vedigerin sala 1882an ku Myles Joyce li gel du kesên din bi tawana kuştina 5 kesan ji heman malbatê hatibûn bidarvekirin.

    Yek ji wan tawanbaran di dema dozê de her îsrar dikir ku Joyce bêtawan e û guman li ser metoda tawanbarkirina wî hebûn.

    Sala 2015an Hikûmetê Îrlendayê pêşniyarek kir ku raporteke nû ji bo wê dozê were amadekirin û di encamê de derket holê ku Joyce bi şaşî hatiye tawanabrkirin.

    Serokê îrlendî Michael D. Higgins efû ji bo wî derxist û lêborîna xwe raber kir û got ku "(ev bûyer) li Îrlendayê û di dîroka Brîtanyayê de xelekeke rûreşiyê ye. Ev efû dê tomara dîrokî ya Joyceî serrast bike."

    Bi heman mijarî:

    Serokwezîrê Belçîka Michel: Divê Tirkiye nebe endamê, Yekîtiya Ewropayê
    'Ekîpmanên bêtêlên ku li Ewropayê hatine çêkirin di destê milîtanan de hatin dîtin'
    Ji bo êrîşên li ser Efrînê bi hezaran kes dê li Ewropayê bimeşin
    Etîketan:
    bidarvekirin, Michael D. Higgins, Îrlenda
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de