05:34 22 Nîsan 2018
    Panos Kammenos

    Yûnanistanê Tirkiye wekî 'dijmin' bi nav kir

    © AP Photo / Dimitri Messinis
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezîrê Parastinê yê Yûnanistanê di tetbîqeteke leşkerî de axivî û di axaftina xwe de Tirkiye wekî "dijminê tehrîqkar" bi nav kir. Kammenos diyar kir ku wî ji bo giravên yûnanî yên li Egeyê 3 hezar û 500 leşker şandiye û dê ji bo sînorê Tirkiye û Çemê Merîcê 3 hezar û 500 leşkerên din bişîne.

    Wezîrê Parastinê yê Yûnanistanê Panos Kammenos di van rojên ku aloziya navbera Enqere û Atînayê zêde bûye de beşdarî tetbîqetekê bû û li wir di axaftina xwe de Tirkiye wekî ‘dijmin' bi nav kir û gotinên giran kirin.

    Kammenos ev tişt gotin, "Her çiqas kêfa yên li derveyî welatê me ji vê rewşê re neyê jî, em amade ne ji heqê her metirsiyê derkevin. Divê hemû gelê yûnan li hemberî dijminê ku me proveke dike, baldar be. Provokasyon, gef û heqaretên dijminên me ne dikare me bitirsînin ne jî dikarin me lawaz bikin. Bereksê vê yeke, me xurtir dikin." Kammenos bi gotina "ger tu xurt î were meydanê" bang li Tirkiyeyê kir.

    Wezîrê Parastinê yê Yûnan ji bo Tirkiyeyê got, "Ger xurt e, bila bihosteke axa me binpê bike" û daxuyand ku wî wî ji bo giravên yûnanî yên li Egeyê 3 hezar û 500 leşker şandiye û dê ji bo sînorê Tirkiye û Çemê Merîcê 3 hezar û 500 leşkerên din bişîne.

    Herwisa rayedarên hikûmeta yûnanî ji Tirkiyeyê daxwaz kir ku herdu leşkerên wan îade bike. Berdevkê hikûmeta yûnanî Dimitris Canakopulos anî ziman ku Tirkiye bi riya di ser du leşkerên yûnanî re hewl dide hêza xwe nişan bide. Serokwezîrê Yûnanistanê Aleksis Çipras di axaftineke xwe ya li ser televîzyonê de bangewazî kir ku di peywendiyên ligel Tirkiyeyê de hêmîn û nerm tevbigerin.

    Bi heman mijarî:

    Yekemîn care serokomarekî Yûnanistanê serdana Tirkiyeyê dike
    Li Yûnanistanê helîkoptera ku 5 leşker têde bûn ket
    ‘Amerîka ji bo kêmkirina gengeşiya navbera Tirkiye û Yûnanistanê kete dewreyê'
    Ji Ewropayê bo Yûnanistanê pakêta sêyemîn
    Etîketan:
    dijmin, Wezîrê Parastinê yê Yûnanistanê, Panos Kammenos, Yûnanistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de