15:37 21 Gulan 2018
    Werziş Futbol - Lîga Şampiyonan a UEFA

    Di Lîga Şampiyonan de Liverpoolê Manchester City têk bir

    © REUTERS / Darren Staples
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Di pêşbirka ewil a fînala çaryekê ya Lîga Şampiyonan de du tîmên brîtanî Liverpool û Manchester City li stada Anfieldê hatin pêşberî hev: Liverpool 3-0 Manchester City.

    Di pêşbirka ewil a fînala çaryekê ya Lîga Şampiyonan de Liverpoolê Manchester City 3-0 têk bir û ji bo pêşbirka rowanşê avantajek mezin bidest xist. Di pêşbirka ku li stada Anfieldê hat lîstin de du tîmên brîtanî hatin hemberî hev.

    Tîma mazûvan serdest dest bi pêşbirkê kir, di deqîqeya 12an de bi gola Muhammed Salah, di deqîqeya 21an de bi Alex Oxlade-Chamberlain û di deqîqeya 31an de jî bi gola Sadio Mane ve nîva ewil 3-0 li pêş qedand.

    ​Fitbolîstê stêrk yê Liverpoolê Salah di deqîqeya 52an de di pozîsyonekê de seqet bû û şûna xwe ji Georginio Wijnaldum re hişt. Di têkoşîna nîva duyem de ti golên din nehatin avêtin û pêşbirk bi skora 3-0ê bi serdestiya Liverpoolê ve bidawî bû. Herwiha rowanşa pêşbirkê di 10ê Nîsanê de roja Sêşemê, li bajarê Manchesterê Stada Etihadê wê bê lîstin.

    Bi heman mijarî:

    Serokê kûlubê bi çekê ket qadê, pêşbirk hat betalkirin
    Ji bo telefonên Android pêşbirk û listîkên kurdî yên balkêş!
    Ronaldo cardin bi performansa xwe û gola rowaşatayê di rojevê de ye
    Ronaldo di kariyera xwe a profesyonel de hat-tricka 50emîn kir
    Etîketan:
    Şampiyon, Lîg, Gol, Pêşbirk, UEFA, Ewropa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de