17:09 24 Nîsan 2018
    Cristiano Ronaldo

    Ronaldo cardin bi performansa xwe û gola rowaşatayê di rojevê de ye

    © REUTERS / Sergio Perez
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Di fînala çaryeka Lîga Şampiyonan a UEFAyê de Real Madrid li deplesmanê Juventus 3-0 têk bir. Fitbolîsê Madridê yê portekîzî Cristiano Ronaldo bi 2 gol û asîstekê ve mohra li pêşbirkê xist. Ronaldo bi gola rowşatayê jî ket rojeva cîhanê.

    Cristiano Ronaldo di heyama 2017-2018an de li Ewropayê derket 9 pêşbirkan û 14 gol avêt. Reqîbê Real Madridê Juventus jî di heman heyamê de di 9 pêşbirkan de 11 gol avêt. fitbolîstê Mardidê Ronaldo di 9 pêşbirkan de jî bi golê şad bû, di têkoşîna koman de jî 9 gol avêt û asîstek kir. Di tûra 16 tîmên dawî de li dijî Paris Saint Germainê (PSG) bi 3 gol avêt û asîstekê balkişandibû ser xwe.

    Fitbolîstê navdar di pêşbirka fînala çaryekê ya li deplesmana juventusê de jî bi 2 gol û asîstekê ve performansek baş nîşan da. Herwiha gola bi rowaşata a Ronaldo di rojeva fitbolhezkrên cîhanê de cih girt. Gellek pisporên fitbolê û ronameyên werzişê derbarê gola Ronaldo de gotinên balkêş bilêv kirin.

    ​Rojnameya La Gazetta Dello Sport derbarê gola Ronaldo û performansa wî de bi sernava ‘Bêhempa' derket pêş xwendavanên xwe. Rojnameya MARCAyê jî got, ‘gola Cristiano Juventus perişan kir.'

    Bi heman mijarî:

    Ronaldo di kariyera xwe a profesyonel de hat-tricka 50emîn kir
    Fitbolîstê portekîzî Ronaldo, alîkariya zarokên sûriyeyî kir
    Ji Cristiano Ronaldo reqorek din hat
    Ronaldo cara 4emîn wek futbolîstê salê hat hilbijartin
    Etîketan:
    rowaşata, fitbol, gol, pêşbirk, Cristiano Ronaldo, Îtalya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de