15:01 22 Gulan 2018
    Jehrîbûna Sergey Skripal

    Serokê labaratwara leşkerî ya brîtanî: Me jêdera gaza Skrîpal jehrî kiribû piştrast nekir

    © AP Photo / Matt Dunham
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Labaratwara Porton Downê ya ku xebatên çekên kîmyewî li Brîtanyayê bi awayekî nepen lê tê kirin, Gary Aitkenheadî diyar kir ku wan nekariye jêdera gaza sînîran a ku tê îdîakirin ajanê rûs ê dualî Sergey Skripal pê hatiye jehrîkirin diyar bikin.

    Aitkenhead bi televizyona Sky Newsê re axivî û got, "Me nekarî piştrast bikin ku Skrîpalê bav û qîza wî bi madeyeke ji Rûsyayê hatine jehrîkirin.

    Herwiha Aitkenheadî diyar kir ku hatiye piştrastkirin ku ew nimûneyên hatine stendin, ên madeyeke jehrî ya (A-234) ye ku brîtanî navê "Noviçok"êlê dikin.

    Serokê labaratwara Porton Downê teqez kir ku zanistvanên brîtanî nekatiye îsbar bikin ku madeya 'Noviçokê' (A-234) li Rûsyayê hatiye çêkirin û diyar kir ku zanistvanan nekariye jêderê diyar bikin lê hikûmeta brîtanî berhevkarî kiriye da ku bigihêje encamê.

    Aitkenheadî got, "me nekarî tesbît bikin bê ev li kû çêbûye lê me da hikûmetê ku enformasyona zanistî bi kar tîne da ku bigihêje encama pêwendîdar."

    Li gorî daxuyaniya Xizmetên Tenduristiya Neteweyî ya Brîtanayyê, rewşa Skripalî xeter e lê hîn biîstiqrar e. rewşa Yûliyaya ku hefteya borî ji beşê rewşa giran derket biîstiqrar bûye.

    Bi heman mijarî:

    Peskov: Ji bo lêpirsîna bûyera Skripal em amade ne bi Îngîltereyê re hevkariyê bikin
    Putin: Divê Îngiltere mijara Skripal çareser bike
    Peskov: Eleqeya me bi jehrîxistina Skripal tune ye, em tewambariyê qebûl nakin
    Gef li rojnamevana rûsî ya bûyera Skripal dişopand hat xwarin: Tê bi derba şûr bimirî
    Etîketan:
    Sergey Skripal, Gary Aitkenhead, Brîtanya, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de