14:45 19 Nîsan 2018
    Dalkurd

    Dalkurd di pêşbirka xwe ya ewil de têk çû: AIK 2-0 Dalkurd FF

    © Foto : Dalkurd
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Tîma Dalkurd FF ku ji aliyê kurdên li Swêdê dijîn di sala 2004an de hatibû avakirin sala par derketibû Lîga Yekem a Swêdê. Bi despêkirina lîga Swêdê ji bo hemû kurdan bêgûman kelecanek nû despê kir. Di pêşbirka duh a di navbera AIK - Dalkurd FFê de hat lîstin de 30 hezar alîgiran têkoşîna dijwar temaşe kirin.

    Tîma ku ji aliyê kurdên li Swêdê hatiye avakirin Dalkurd di pêşbirka xwe ya heyama nû ya Lîga Yekem a Swêdê de duh derket pêşbirka xwe ya ewil. Di pêşbirka ku li deplesmana tîma AIKê li stada Friends Arenayê hat lîstin de tîma mêvan Dalkurd li hemberî dijberê xwe 2-0 têk çû.

    Dalkurd di demên ewil yên pêşbirkê de her çiqas ji bo golê hewl da jî, negihaşt encamê, fitbolîstê AIKê Robert Lundstrom bi gola ku avêt rewş guherand. Hewlên golê yên tîma kurd piştî skora 1-0ê cardin rû da lê di encamê de tîma AIKê pêşbirk bi gola ku di deqe 90 zêde 2an de Anton Saletros avêt ve 2 û 0 qezenç kir.

    Piştî pêşbirkê sertîmê Dalkurdê Rawez Lawan daxuyand ku ji ber performansa xwe divê em fedî nekin, lê em bi encama pêşbirka xwe ya ewil xemgîn bûn. Herwiha AIK ev demek dirêje di lîga Yekem a Swêdê de têdikoşe û tîmek xwedî tecrubeye.

    Bi heman mijarî:

    Dalkurd Spor derbasî Lîga herî bilind a Swêdê bû
    ‘Kûpaya Cîhanê ji bo gelê Kurd û Rojhilata Navîn wê bi kelecan derbas bibe'
    Zaxarova: Xeyala mezin a rojavayiyan nehiştina birêvçûna Kûpaya Cîhanê ya 2018an e
    Etîketan:
    Gol, Têkoşîn, Fitbol, Dalkurd, Rawez Lawan, Swêd
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de