07:47 20 Nîsan 2018
    Hevserokê berê yê PYDê û Rêveberê TEV-DEMê Salih Muslim

    ‘Berî hevdîtina Macron bi 3 seetan Muslim ji nava heyete hat deranîn'

    © AFP 2018 / ADRIEN MORLENT
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 05

    Hat ragihandin ku berî hevdîtina Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron bi 3 seetan hevserokê berê yê PYDê Salih Muslim ji nava heyete hat deranîn.

    Li gor nûçeya Çetiner Çetinê rojnameya Haberturkê, Salih Muslim ji bo hevdîtina Emmanuel Macron çi bû Parîsê, lê li ser hişyariya berpirsên protokol ên frensî navê Muslim ji jheyeta ku li Qesra Elysee bi Macron re hevdîtinê pêk bîne hat deranîn. Muslim û endamên heyete bertek nîşandan, lê digel vê jî hevdîtin betak nekirin.

    Li gor nûçeya Haberturkê, navê Muslim ji aliyê şêwirmendê ewlehiya navxweyî û berpirsên maseya Rojhilata Navîn ji lîsteyê hatiye deranîn.

    Salih Muslim di dawiya meha sibatê de li Praga paytextê Çekyayê hatibû binçavkirin û paşî ji aliyê dadgehê ve serbest hatibû berdan.

    Bi heman mijarî:

    Salih Muslim: Amerîka jî vekişe em terka Minbicê nakin
    Pêvajoya derbarê Salih Muslim de bi dawî bû
    Muslim: Vekişîna ji Efrînê nayê wateya wendakirina şerî
    Swêdê daxwaza Tirkiyeyê ya ji bo Muslim red kir
    'Salih Muslim ji Swêdê derket û Tirkiyeyê encam ji nota xwe negirt'
    Etîketan:
    Serokomarê Fransayê, PYD, Salih Muslim, Fransa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de