19:18 25 Nîsan 2018
    Leşkerê Fransayê - Parîs

    ‘Fransayê bi 4 balafiran 50 rayedarên leşkerî şandin Minbicê’

    © REUTERS / Philippe Wojazer
    Ewropa
    Lînkê kurt
    Hevdîtinên li ser Minbicê wê çi encaman bidin? (40)
    0 60

    Hat îdiakirin ku piştî Amerîkayê hêzên piştgiriyê şandin Minbicê, Fransayê jî hêzeke leşkerî bi 4 balafiran şand heman herêmê û ew leşker bi Hêzên Sûriya Demokratîk re hatin ba hev.

    Li gor zanyariyên çavkaniyên cuda piştî hevdîtina Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron a digel şandeya Kurd a Bakurê Sûriyeyê, 50 rayedarên pilebilindên leşkerî yên frensî bi 4 balafiran bo herêmê hatine şandin.

    Tê ragihandin ku Fransa ji bo li êrîşeke Tirkiyeyê ya bi ser Minbicê de rêgiriyê bike, roja înê bi 4 balafiran 50 rayedarên pilebilind ên leşkerî şandine herêmê.

    Herwiha heman çavkanî didin zanîn ku hêzên frensî û hêzên HSDê li Minbicê gihîştine hevdu, lê nehatiye zanîn bê ew leşkerên frensî ji kîjan deverê hatine veguhestin.

    Mijar:
    Hevdîtinên li ser Minbicê wê çi encaman bidin? (40)

    Bi heman mijarî:

    'Balkêştirîn dapîra dinyayê'
    Ji Koşka Spî derbarê hevdîtina Pûtîn û Trump de daxuyanî
    Şopa keça Skrîpal di medya civakî de hat dîtin
    Fermandarê amerîkî: Hîn gelek karê me li Sûriyê heye
    Ji bo Îdrîs Dilovan Barzanî peyamên sersaxiyê
    Iraqê sizaya îdamê li 6 jinên tirk birî
    Etîketan:
    Minbic, Sûriye, Fransa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de