17:35 22 Nîsan 2018
    Xwepêşandan

    Li Londrayê ji bo piştgiriya kurdên Sûriyê xwepêşandan hat li darxistin

    © Sputnik /
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Îro li payîtextê Brîtanya Londrayê gelek kurd û kesên piştgirên kurda, ji bo piştgiriya kurdên Sûriyê xwepêşandan li dar xistin.

    Bi sedan welatiyên Brîtanyayê yên kurd îro ji piştkiya kurdên Bakûrê Sûriyê derketin qadan. Xwepêşandar bi alên HSDê û bi wêneyên zarokên ku di operasyona li dij Efrînê de jiyana xwe ji dest dabûn li ba dikirin. Yek ji xwepêşandaran anî ziman ku "gelek welatên rojava bi taybetî jî welatên Ewropayê ji kurdan re deyndar in, lewra kurdan rêxistina DAIŞê têk bir. Lê mixabin kurdên Sûriyê îro bitenê hiştin.
    Xwepêşandarekî din jî destnîşan kir ku "gere îro hemû dinya bibîne ku zarokên kurdan ji aliyê çeteyan ve tên kuştin."

    Bi heman mijarî:

    Sûriye: Em ê Golan û Efrîn jî di nav de hemû axa Sûriyê rizgar bikin
    ‘Bila hemû cîhan zanibe di dawiya dawî de Efrîn dê bibe yê Efrîniyan'
    The Washington Post: Tirkan Efrîn girt, bila Minbic nede dû
    Luksemburgê NATO hişyar kir: Bila Efrîn nebe felaketeke însanî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de