07:54 24 Nîsan 2018
    Parlamentoya Avusturyayê li Vîenê

    Avusturya hewl dide bi hezaran tirkan dersînor bike

    © AFP 2018 / JOE KLAMAR
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li Avusturyayê 18 hezar û 500 penaberên ji Tirkiyeyê dibe ku werin dersînorkirin. Ji hevparê hikûmetê Partiya Azadiyê (FPO) ya rastgir tê xwestin ku îspat bike ev "ne hemwelatiyên Tirk in".

    Li gorî rojnameya Trouwê ya li Hollandayê kesên nikaribin îspat bikin ku ew ne hemwelatiyên Tirkiyeyê ne, wê pasaporta xwe ya Avusturyayê û hemû mafên xwe yên li vî welatî wenda bikin.

    Ew rewş ji bo penaberên ji Tirkiyeyê yên li Avusturyayê aciz kir û ev piştî referandûma guhertinê ya destûra bingehîn derket holê. Ji bo FPOya zêde rastgir, lîsteyeke 95 hezar dengdêrên tirkiyeyî yên ku li Avusturyayê dengê wan ji aliyê kesên nenas ve hatin bikaranîn, hat şandin.

    FPOyê xwest di nava van de dengdêrên ku hemwelatiyên Avusturyayê ne jî hene an na. Ji ber ku li Avusturyayê hemwelatiya du welatan qedexe ye. FPOyê ew lîste şand Buroya Penabertiyê.

    Bi heman mijarî:

    Dîplomatên rûsî bi awayeke girseyî ji Ewropayê têne dersînorkirin
    14 welatên Ewropayê dê dîplomatên rûsî dersînor bike
    Ji 75 endamên Parlamentoya Ewropayê bangewaziya Tirkiyê
    Parlamentoya Ewropayê ji Tirkiyeyê re: ‘Ji Efrînê derkevin'
    Ji Parlamentoya Ewropayê bo Tirkiyeyê: 'Ji Efrînê derkeve'
    Etîketan:
    dersînorkirin, tirk, Partiya Azadî ya Avûstûryayê (FPO), Avusturya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de