17:33 20 Nîsan 2018
    Ala Yûnanistanê

    Yûnanistan: Bila Tirkiye hay ji gotinên xwe hebe

    © AP Photo / Petros Karadjias
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 20

    Rêveberiya Yûnanistanê diyar kir ku serweriya wan ya li ser giravên Kardakê nabe cihê nîqaşê û got, divê Tirkiye hay ji gotinên xwe hebe.

    Wezareta Karên Derve ya Yûnanistanê bersiv da Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê Hami Aksoy.

    Aksoy di daxuyaniya xwe de parastibû ku palên Kardakê di bin serweriya Tirkiyeyê de ye û gotibû, em qebûl nakin ku Yûnanistan li ser herêmên bi nîqaş rewşeke fiîlî pêk bîne.

    Wezareta Karên Derve ya Yûnanistanê bersiv da van gotinên Aksoy û got, serweriya Yûnanistanê ya li ser giravên Kardakê nabe cihê nîqaşê û got, divê Tirkiye hay ji gotinên xwe hebe.

    Wezaretê got, "Ger Tirkiye difikire ku ew ê wekî li hinek herêmên derdora xwe, bêyî rastî encamekê were û hiqûqa navdewletî binpê dike, bila bizanibe xeletiyê dike. Divê Enqere gotinên xwe baş biwezinîne."

    Bi heman mijarî:

    Yekemîn care serokomarekî Yûnanistanê serdana Tirkiyeyê dike
    Li Yûnanistanê helîkoptera ku 5 leşker têde bûn ket
    ‘Amerîka ji bo kêmkirina gengeşiya navbera Tirkiye û Yûnanistanê kete dewreyê'
    Ji Ewropayê bo Yûnanistanê pakêta sêyemîn
    Etîketan:
    bersivdayîn, Wezareta Karên Derve ya Yûnanistanê, Hami Aksoy, Yûnanistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de