18:46 19 Nîsan 2018
    Serokê Partiya Karkeran Jeremy Corbyn

    Corbyn bertek da Îsraîlê: Tiştên diqewimin dehşet e

    © REUTERS / Paul Hackett
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Partiya Karkeran ya Brîtanyayê Jeremy Corbyn di derbarê Filistîniyên ku ji aliyê leşkerên Îsraîlê ve hatin kuştin axivî û ji hikûmeta Brîtanyayê xwest ku deng li Îsraîlê bike.

    Corbyn di hesabê xwe yê Twîtirê de got ku: Leşkerên Îsraîlê li Xazeyê Filistiniyên ku ji bo mafê xwe xwepêşandanê dikin dikuje, ev dehşet e.

    Jeremy Corbyn deng li Hikûmeta Brîtanyayê kir ku ji bo edalet û aşitî pêk were lazim e derhal dengê bilind bike.
    Li Xazeyê di çalakiya filistîniyan ya Roja Axê de leşkerên Îsraîlê çekan bi kar anîbûn û di encamê de 15 filistînî jiyana xwe ji dest dabûn, 400 kes jî bbirîndar bibûn.

    Bi heman mijarî:

    Pûtîn: Piştgiriya me bo destpêkirina diyalogên di navbera Filistîn û Îsraîlê dê dewam bike
    Filistîn: Em serxwebûna Kurdistanê red dikin, ev plana Îsraîlê ye
    Netanyahu: 'Warê Rojavayê Şerîayê ya Cihûyan aştiyê Filistîn û Îsraîlê asteng nake'
    Filistîn li benda Pûtîn e
    Etîketan:
    kêşeya Îsraîl û Filistînê, xaze, brîtanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de