06:26 21 Gulan 2018
    Kosova Cumhurbaşkanı Haşim Thaçi

    Serokkomarê Kosovayê Thaçi: Me ji bo ewlehiya xwe wan dersînorkirin

    Erkin Keçi
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokkomarê Kosovayê Haşim Thaçi di derbarê 6 kesên endamê Cemaetê ku ji aliyê îstixbarata Kosovayê ve radestê Tirkiyê bibûn axivî. “Ji bo ewlehiya Kosovayê hatin radestkirin.”

    Haşim Thaçi li payîtextê Kosova Priştineyê bi rojnamevanan re civiya. Di civînê de bûyera 6 hemwelatiyên Tirk ku endamê cemaetê bûn û 4 roj beriyê ji aliyê îstixbarata Tîrkiyê ve hatibûn revandin de axivî. Thaçi destnîşan kir ku "beriya ku îstixbarata Kosovayê wan radestê Tirkiyê bike raporekê berfireh dan min. Thaçi got ku: Li gorî rapora ku min re hat, ev kesana ji bo ewlehiya Kosovayê xeteriyê derdixistin holê, ji ber wê hatin radestkirin.

    Tê zanîn ku serokwezîrê Kosovayê di derbarê vê buyerê de gotibû ku haya min ji radestkirina wan tunebû û di derbarê bûyerê de lêpirsîn dabû destpêkirinê. Di encama lêpirsînê de Wezîrê Karê Derve û berpirsê îstixbarata Kosovayê ji wezîfê hatibûn dûrxistin.

    Bi heman mijarî:

    Tirkiye di derbarê giravên Imîa da hişyarî da Yunanistanê
    Di navbera Tirkiye û Fransayê de dîplomasiya Minbiçê
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de