09:49 20 Nîsan 2018
    Deniz Naki

    Deniz Naki dev ji grêva birçîbûnê berda

    © Foto : Twitter
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 01

    Werzîşvanê navdar ku ji bo Efrînê li pêşiya avahiya Neteweyên Yekbûyî ketibû grêva birçîbû Deniz Naki çalekiya xwe bi dawî kir.

    Deniz Naki mehên borî li Almanyayê rastî êrişa çekdarî hatibû û ji ber metirsiya ewlehî venegeriya Tirkiyeyê û du hefte berê li pêşiya avahiya Neteweyên Yekbûyî ji bo Efrînê ketibû grêva birçîbûnê. Naki li ser hisabê xwe yê medya civakî peyamek belav kir û ragihand ku grêva min di 19ê Adarê de dabû destpêkirin wê hevalên min dewr bistînin.

    Naki di berdewamiya peyama xwe de got: "Armanca grêve ev bû ku li Ewropayê raya giştî şiyar bikin û Neteweyên Yekbûyî têxin hereketê û ev armanc bi cih hatin. Armanca grêvê li Ewropa û cihanê çêkirina hesasiyetekê bû. Em bawer in ku me ev wezîfe bi cih anî. Helbet wê tekoşîna me li qad û platformên cuda dewam bike."

    Bi heman mijarî:

    Deniz Naki ji bo Efrînê li pêşberî NYyê dest bi girêva birçîbûnê dike
    Deniz Naki: Ceza nikarin min aştî, azadî û welatperweriyê dûr bixin
    Deniz Naki, li Tirkiyê ji fûtbolê hate men kirin
    Werzîşvanê Amedsporê Deniz Naki rastî êrişa çekdarî hat
    Tîma almanî piştgirî da Deniz Naki
    Etîketan:
    Werzîşvanê navdar grêba xwe bi dawî kir, Deniz Naki, Efrîn, Ewropa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de