15:26 21 Gulan 2018
    Yekîneyên Leşkerî yên Artêşa Amerîkayê li Sûriyê

    Li nêzî Minbicê êrîşî Hevpeymaniyê hat kirin: Leşkerekî ingilîz û yekî amerîkî mir

    © AFP 2018 / DELIL SOULEIMAN
    Ewropa
    Lînkê kurt
    Hevdîtinên li ser Minbicê wê çi encaman bidin? (40)
    0 01

    Wezareta Derve ya Brîtanyayê ragihand ku di êrişa dûhî ku bi teqemeniya destan (EYP) li dijî hevpeymaniyê hatibû kirin û du kes miribûn yek jê leşkerê ingilîz e. Herwiha hat diyarkirin ku di êrişê de leşkerekî amerîkî ji canê xwe ji dest dayê.

    Li gorî daxuyaniya ku ji wezaretê hatiye kirin, "Mixabin di êrişa duhî ya li Sûriyeyê endamekî hêzên çekdar ên ingilîz jî heye."

    ENDAMÊ HÊZÊN TAYBET

    Wezaretê nav û tîma ku girêdayî eşkere nekir û da zanîn ku di nava hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê bi hêzên çekdar ên amerîkî re tevdigerin.

    ÎDIAYA KU ÊRÎŞ LI MINBICÊ PÊK HATIYE

    Li gorî nûçeyên medyaya ingilîzî hat diyarkirin ku leşkerê ingilîz yê ku hatiye kutin endamê hêzên taybet e û êriş li Minbicê pêk hatiye.

    ‘DI HEMAN ÊRIŞÊ DE LEŞKEREKÎ AMERÎKÎ JÎ JIYANA XWE JI DEST DA'

    Herwiha medyaya ingilîzî xwe dispêrê çavkaniyên ewlekariya Amerîkayê û dibêjin di êrişê de leşkerekî taybet ê amerkî jî jiana xwe ji dest dayê.

    Ji aliyê din ve hêjayî gotinê ye ku medya tirkî ku xwe dispêrê çavkaniyên herêmê destnîşan dike ku êriş li nêzî Minbicê pêkhatiye.

     

     

    Mijar:
    Hevdîtinên li ser Minbicê wê çi encaman bidin? (40)

    Bi heman mijarî:

    Du endamên hevpeymaniyê li Sûriyeyê hatin kuştin û 5 birîndar bûn
    NATO: Wergirtina S-400an ji bo hevpeymaniyê rîsk e.
    Hevpeymaniyê bersiva îdîaya "kuştina du leşkerên hevpeymaniyê" da
    Berdevkê Hevpeymaniyê: HSD bi hezaran DAIŞî girtine
    Etîketan:
    Hêzên taybet, Hevpeymanî, êriş, Minbic, Sûriye, Minbic
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de