07:43 27 Nîsan 2018
    Kendal Nezan

    Kendal Nezan: Fransa ji hemû welatan zêdetir piştgiriya kurdan kir

    © Sputnik / Abdulhakim Gunaydın
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li Parîsê paytexta Fransayê konferansek bi navê "Kurd Piştî Şerê DAIŞê" bi piştgiriya Enstîtuya Kurd û Senatoya Fransayê birêve diçe.

    Serokê Enstîtuya Kurd li Parîsê Dr. Kendal Nezan derbarê vê konfransê de ragihand ku ew dê di vê konfansî de hewl bidin ku nêrîneke giştî ji bo piştevaniya kurdan dirist bikin.

    Li gorî nûçeya Rûdawê Kendal Neza da xuyakirin ku: "Bêguman konfrasên wisa derfetan çê dikin, ku raya giştî bo piştevaniya kurdan bihê amadekirin. Bi keyfxweşî ve di nava raya giştî ya Fransayê de, hemû hêzên siyasî piştgiriya xwe bo gelê kurd nîşan dane, parlamenterên wan, senatorên wan, rojname û rewşenbîrên navdar di wan çend mehên dawiyê de hem piştgiriya xwe bo kurdan nîşan dan û hem jî nerazîbûna xwe li hember siyaseta welat xwe ya derheqê kurdan de. Li welatên demokratîk raya giştî gelek girîng e, eger raya giştî dozekê biparêze, hikûmet neçar e ku hêdî hêdî siyaseta xwe biguncîne".

    Kendal Nezan herwiha balkişande ser hevkariya Fransayê bo kurdan û diyar kir, ku "Fransayê ji hemû welatên din zêdetir piştevaniya gelê kurd li Başûr û Rojavayê Kurdistanê kiriye, lê belê piştgiriya wan bo Rojavayê Kurdistanê ne di wê astê de ye, ku rêgiriyê bikin ji dagîrkirina Efrînê".

    Dr. Kendal Nezan got, hin senator û akademîsiyen û kesên pispor dê beşdariyê di konferansa Kurd Piştî Şerê DAIŞê de bikin.

    Bi heman mijarî:

    ‘Kurd û mesihî ji tirsa newêrin vegerin'
    Macron: YPG jî tê de me soza piştgiriyê da rayedarên Kurd
    Valkyrieyên Rojhilata Navîn: Jinên Kurd
    Şaredara kurd di navbera Ewropa û Tirkiyeyê de bû sedema krîzê
    Wezîrê îranî serdana hunermendê kurd ê navdar kir
    Etîketan:
    piştgirî, kurd, Rûdaw, Kendal Nezan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de