01:23 24 Gulan 2018
    Serhildêrên Yemenê

    Fransa: Îran çekan ji husiyan re dişîne

    © REUTERS / Khaled Abdullah
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian di axaftina xwe ya radyoyê RTLê de ragihand ku hikûmeta Îranê piştgiriya çekî dide husiyên Yemenê.

    Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian di axaftina xwe de got: "Pirsgirêka Yemenê destpênekirina pêvajoya siyasî ye. Wek Erebistana Siûdî jî got roja yekşemê husiyan 7 moşekên balîstîk avêtin Siûdî. Siûdî gelek caran rastî êrişa husiyên ku piştgiriya

    çekî ji Îranê werdigrin tê."
    Jean-Yves Le Drian di berdewamiya axaftina xwe de got: "Em êrişên husiyên Yemenê yên derbekar li hemberî Erebistana Siûdî û têkbirina ewlehiya herêmê bi tundî şermezar dikin."

    Bewrdevkê Koalîsyona Erebî ku Erebistana Siûdî pêşengiya wê û piştgiriya hikûmeta meşrû ya Yemenê dike Turki el-Maliki duşema borî di daxuyaniya xwe de ragihandibû ku Îran çek û moşekên balîstîk dide husiyan û derbarê vê de hinek delîl pêşkêşkiribûn.

    Bi heman mijarî:

    “Eger pêwîst be, Îran dê baregehên xwe li Yemen û Sûriyeyê damezirîne”
    Îran: Dibe em li Yemen û Sûriyê baregehên deryayî ava bikin
    YEMEN - Li paytextê êriş: 13 mirî 50 birîndar!
    Yemen- Lêdana balafiran didom e û balafirek winda ye
    Yemen - Balafirên şer li milîsên şîe yên Hûsî dan
    Etîketan:
    Husiyên Yemenê, Wezîrê Derve yê Fransayê, Jean-Yves Le Drian, Fransa, Yemen
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de