19:21 25 Nîsan 2018
    Emmanuel Macron

    Macron: YPG jî tê de me soza piştgiriyê da rayedarên Kurd

    © REUTERS / Wolfgang Rattay
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 40

    Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron got ku wan soza piştgiriyê daye kurdên Sûriyeyê.

    Macron ragihand, "Em dikarin di navbera HSD û Tirkiyeyê de navbeynkariyê bikin. Fransayê bi Amerîkayê re li hev kir. Emê leşker bişînin Minbicê."

    Li gor nûçeya rojnameya fransî Le Parîsîenê Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron bi şanedeya kurdên Sûriyeyê re hevdînek pêk aniye.

    'YPG Jî TÊ DE ME SOZ DA RAYEDARÊN KURD'

    Hat ragihandin di hevdîtinê de, Macron misogeriya ku dê hêzên Fransayê demildest li Minbicê werin bicihkirin daye.

    Di daxuyaniya Koşka Elîzeyê de hat gotin, "YPG jî di nav de, ji bo îstiqrara bakurê Sûriyeyê me soz da rayedarên Kurd ku em piştgiriya wan bikin."

    Hêjayê bibîrxistinê ye, daxuyaniya şandina leşkeran bo Minbicê piştî daxuyaniyên Amerîkayê yên derbarê vekişîna ji Sûriyeyê de tên.

     

     

    Etîketan:
    FRANSA, Suriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de