07:40 20 Nîsan 2018
    Dezgehên medya welatên rojava

    Medyaya ingilîzî ‘destê mirî' yê Rûsyayê bibîr xist

    © RT .
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Rojnameya ingilîzî Daily Star li ser îhtimala êrişeke nukleer pergala rûsî ya bi navê ‘Perimetr' ku Rojhilatê Ewropa û Amerîka wê weke ‘destê mirî' yê Rûsyayê bi nav dike, ku ev pergal çekên nukleere bi paş de vedigerîne û bi van êriş dike bibîr xist.

    Rojnameyê cih da nirxandina pispor û analîstê navdar ê bêçekbûna nukleerî Bruce Blair û amajê pê kir ku di dema Soveytan de ji bo bersivdayîna êrişên nukleerî bi navê Perimetr pergalek heye û hetta ev pergal hatiyê bi pêş de birin.

    Li gorî zanyariyên heman nûçeyê nûçeyê Blair amajê kir, tevî ‘konsepta dehşetngîz' a pergalê ji bo parastina çekên nukleer ev yek rêbazeke meqbûl û etîk e.

    Blair got, "Hebûne destê mirî dike ku li ser daxwaza bikaranîna çekên nukleerî divê mirov 2 caran bifikire. Ger pergala Perimetr li hemberî êrişên nukleer nekaribe xwe biparêze ev yek fişara ewlehiyê li ser dinyayê çê dike."

    Hêjayî gotinê ye ku Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn di axaftina xwe ya demek berê li Meclisa Federal derbarê çekên teknolojiya pêşveçûyî axivîbû û gotibû, Rûsya çekên wisa çêdike ku di destê ti welatan de tune ne.

    Serokê rûsî di axaftina xwe ya îro ya li Meclisa Federal derbarê çekên teknolojiya pêşveçûyî axivîbû û derbirî bû ku nîyeta wan tune ye êrişî tu kesî bikin, çekên nû ji bo parastina Rûsyayê hatine bipêşxistin.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Rogozîn: Pûtîn bernameya çekên nû pejirand
    Pûtîn bangî hemû welatan kir: Çekên kimyewî îmha bikin
    Pûtîn: Hêz û bandora çekên Rûsî li Sûriyê hat îsbatkirin
    Pûtîn: Rêjeya çekên nû ya nava Hêza Hewayî hetanî dawiya salê dibe ji sedî 68
    Pûtîn: Eleqeya bo çekên Rûsyayê zêde dibin
    Pûtîn û Erdogan li ser bikaranîna çekên kîmyewî peyivîn
    Etîketan:
    Pergalên parastinê, Çekên Nukleer, Destê mirî yê Rûsyayê, Vladimîr Pûtîn, BruCe Blair
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de