22:05 19 Nîsan 2018
    Sergey Skripal û keça wî Yuliya bi gaza kujer hatin jehrîkirin - lêkolîna cihê bûyerê

    Gurcistan bi hinceta bûyera Skripal dîplomatekî rûsî wê dersînor bike

    © REUTERS / Henry Nicholls
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Gurcistan di bûyera jahrîkirina sîxurê rûs yê berê Sergey Skripal û keça wî de li hêla Brîtanyayê cih girt ku hevalbendiya xwe nişan bide, ji aliyê din ve jî biryara dersînorkirina dîplomatekî rûsî da.

    Di daxuyaniya Wezareta Karê Derve a Gurcistanê de hat gotin ku, "Ev biryar nîşandana hevalbendiya bi Brîtanyayê re ye, em piştgiriyê didin helwesta dewleta Brîtanyayê û civaka navdewletî, ji ber vê jî xebatkarê li Balyozxaneya Swîsreyê a li Grucistanê dixebite wê bê dersînorkirin."

    Wezaretê da zanîn ku ji xebatkarê rûsî xwestine di hundirê 7 rojan de welêt biterîkîne.

    Brîtanya, DYA, Kanada, Awûstûrya û hin dewletên din yên Ewropayê jî di nav de, bi hinceta bûyera Skripal biryara dersînorkirina gellek dîplomatên rûsî dabûn. Hin welatan jî balyozên xwe ji Rûsyayê vekşandibûn.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Rêvebiriya Londonê hin agahiyên derbarê Skripal de ji çapemeniyê vedişêre
    Kremlinê nûçeya digot 'Skripal ji bo vegerê name ji Putin re şand' derewand
    Wezareta Rûsyayê: Brîtanya an nekarî xwe biparêze an jî bixwe di kuştina Skripal de heye
    Peskov: Divê di mijara Skripal de Brîtanya delîl nîşan de, em ê mesûmiyeta xwe îsbat nekin
    Etîketan:
    Dîplomat, Jahrîkirin, Sîxur, Skripal, Wezareta Karê Derve a Gurcistanê, Gurcistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de