14:50 19 Nîsan 2018
    YPG

    Wezîra fransî: Bêyî kurdan şerê li dijî DAIŞê nabe

    © Sputnik / Hikmet Durgun
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 20

    Wezîra Karûbarên Yekîtiya Ewropayê ya Fransayê Nathalie Loiseau diyar kir ku ji bo şerê li dijî DAIŞê pêwistî bi hêzên kurdan heye û got, nabe ku tirkiye ji bo demeke dirêj li Sûriyeyê bimîne.

    Li gorî nûçeyeke ajans Mehrê, ku spartiye Reutersê, Wezîra Karûbarên Yekîtiya Ewropayê ya Fransayê Nathalie Loiseau di axaftina xwe ya li Parlamentoya Fransayê de got, "Helwesta Fransayê ya derbarê Sûriyeyê de eşkere ye. Dibe ku nîgeranên Tirkiyeyê yên li asayişa sînoran hebe lê ti tiştek nikare ji bo mayîneke demdirêj ya hêzên Tirkiyeyê li Sûriyeyê bibe hincet."

    Loiseau anî ziman ku kêşeyeke dirêj li Sûriyeyê heye û got, "Artêşa Tirkiyeyê di 18ê Adarê de Efrîn dagir kir. Erdogan got hewlên leşkerên wan li Sûriyeyê dê demdirêj bajo. Em ji bo vê yekê nîgeran in û me nîgeraniya xwe bi awayekî eşkere daxuyand û me Tirkiyeyê agahdar kir."

    Wezîra fransî herwisa anî ziman ku êrîşên artêşa tirk yên li ser Efrînê bû sedema koçberiya bi sed hezaran mirovan û got, "Haya Fransayê ji rola kurdan ya li dijî DAIŞê heye."

    Bi heman mijarî:

    Leşkerê ku li Efrînê brîndar bibû jiyana xwe winda kir
    'Kurdan xeletî kir ku artêşa Sûriyeyê neket Efrînê'
    Berdevkê YPGê: Li Efrînê 16 milîs hatin kuştin û du wesayîtên leşkerî jî hatin rûxandin
    ‘Çima hûn newêrin bêjin xelkê Efrînê ji ber êrişa Tirkiyeyê koçber bûye'
    Etîketan:
    Kurd, Wezîra Karûbarên Yekîtiya Ewropayê ya Fransayê, Nathalie Loiseau, Fransa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de