10:22 23 Nîsan 2018
    Wezîra Derve ya Awusturyayê Karin Kneissl

    Awusturya: Londonê li ser bûyera Skrîpal fişara dîplomatîk li ser me kir

    © REUTERS / Leonhard Foeger
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezîra Derve ya Awusturyayê Karîn Kneîssî got ku rêveberiya Londonê bi ser bûyera jehrîkirina ajanê berê yê rûsî Sergey Skrîpal re hewl daye fişarê li ser rêveberiya Vîyenayê bike.

    Kneîssî ji rojnameya Die Presseyê re ragihand, "Balyozê Brîtanyayê yê Vîyenayê li ser bûyera Skrîpal a dersînorkirina dîplomatên rûsî ku Awusturyayê ew yek red kiriye, ket nav hewlên berdewam ên dîplomatîkî."

    Wezîra awusturî diyar kir ku balyozê îngilîz piştî hewlên xwe yên roja çarşema borî, roja îniyê jî ev çalakiyên xwe yên dîplomatîk berdewam kirine.

    Kneîssî destnîşan kir, wan biryara dersînor nekirina dîplomatên rûsî ne ji ber bersivên çaverê yên Moskowê wergirtiye û got, "Mebesta me di rewşên wisa krîtîk de vekirîhiştina deriyan e. Wek nimûne, dema li sala 1980yî têkliyên Amerîka-Îranê qût bûn, herdu aliyan jî zirar jê dît."

    Serokwezîrê Awustuyayê Sebastian Kurz, 23yê Adarê ragihandibû ku ew dîplomatên rûsî dersînor nakin û dixwazin rêyên dîyalogê bi Rûsyayê re vekirî bimînin.

    Bi heman mijarî:

    Heyeteke leşkerî ya rûsî li Şamê ye
    Şoygu: Polîsê leşkerî baregehên Rûsyayê yên Hmeymim û Tartûsê diparêzin
    Koşka Spî: Trump û May li ser ‘hilweşandina tora sîxuriya rûsî’ li hev kir
    UNAMIyê ji bo tundiya li dijî xwepêşanderên Kurdistanê bertek nîşan da
    Meleyê ku pêxwas çûbû mizgeftê ji ber lêpirsînê xwe ji ser xanî avêt
    Pisporê rûsî: Damezirandina Partiya Sûriyeyê ya Pêşerojê gaveke karîger a Amerîkayê ye
    Etîketan:
    Bûyera Skrîpal, Brîtanya, rûsya, Awusturya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de