08:29 23 Nîsan 2018
    YE (Yekîtiya Ewropayê) - Tirkiye

    Şaredara kurd di navbera Ewropa û Tirkiyeyê de bû sedema krîzê

    © REUTERS / Murad Sezer/File Photo
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 30

    Şaredara berê ya Cizîrê Leyla Îmret ji aliyê Kongreya Birêveberiyên Herêmî yên Konseya Ewropayê ve ji bo danişînên kongreye hat vexwendin lê ev vexwendin di navbera Tirkiye û Ewropayê bû sedema krîzê. Îmret li danişînên kongreyê gava behsa serpêhatiyên xwe yên li Tirkiyeyê kir.

    Leşker - Polîs
    © Foto : AFP 2015/ Ahmed Abdel Fattah
    Şaredara berê ya Cizîrê Leyla Îmret ji aliyê Kongreya Birêveberiyên Herêmî yên Konseya Ewropayê ve ji bo danişînên kongreyê yên li Strasbourgê hat vexwendin lê ji ber ku derbarê wê de bi hinceta "propagandakirina rêxistinê' biryara girtinê hebû, ev vexwendin di navbera Tirkiye û Ewropayê bû sedema krîzê. Serokê Dîwana kongreyê diyar kir ku wan bersiveke erênî nedaye hewldanên Tirkiyeyê yên ji bo astengkirina Îmret, ku wekî axêver beşdarî danişînan nebe.

    Li gorî agahiyên Deutsche Welle Tirkî Îmret jî di axaftina xwe de got, "Ez dizanim ji bo ku hatina min ya vir asteng bikin û rewşa demokrasiya herêmî ya li Tirkiyeyê bi we re parve nekim, derbarê min de bultena sor derxistin û dixwazin min bigirin û îadeyê Tirkiyeyê bikin."

    Birêveberê dîwana danişînan û Serokê Odeya Birêveberiyên Herêmî ya Konseya Ewropayê Anders Knappe jî piştrast kir ku ew ji bo Îmretê dawet nekin rastî fişarên Enqereyê hatine.

    Endamê encumena giştî ya bajarê Somme yê Fransayê Fransic Lec got, "Me heta îro Tirkiye wekî welatekî mezin, sekuler û aîdê Ewropayê dizanîbû lê îmaja wê ya niha nayê fêmkirin."

    Cîgirê Şaredarê bajarê Suresnes yê Fransayê Jean-Louis Testud jî anî ziman ku ew gelekî kêfxweş e ku di warê vexwendina Îmretê de li hemberî fişarên hikûmeta Tirkiyeyê serî nehatiye tewandin.

    Bi heman mijarî:

    Li Cizîrê dîsa navgîna zirxî li mirovan qelibî
    Pêşveçûna herdu baskên Bagera Cizîrê berdewam e
    Di operasyona Bagera Cizîrê de şerê giran: 17 kuştî
    Bagera Cizîrê berdewam e: 4 gund rizgar bûn û gelek terorîst hatin kuştin
    Di operasyona Bagera Cizîrê de şerêkî giran qewimî: 8 kuştî
    Etîketan:
    krîz, Kongreya Birêveberiyên Herêmî yên Konseya Ewropayê, Şaredara berê ya Cizîrê, Leyla Îmret, Tirkiye, Ewropa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de