17:07 25 Nîsan 2018
    Luksemburg

    Luksemburgê balyozê xwe yê li Moskowayê paş de vekşand

    © Sputnik / Vladimir Pesnya
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Luksemburgê bi hinceta jahrîkirina sîxurê berê yê rûs Sergey Skripal û keça wî Yuliya ya li Brîtanyayê, balyozê xwe yê li Rûsyayê paş de vekşand. Wezareta Karê Derve ya Luksemburgê daxuyand ku hikumeta Luksemburgê êrîşê şermezar dike û li pişt daxuyaniya Brîtanyayê disekinin ku ji bûyerê Rûsyayê berpirsyar digre.

    Brîtanya, DYA û gellek dewletên endamê Yekîtiya Ewropayê (YE) ji ber bûyera Skripal, biryara dersînorkirina dîplomatên rûsî dabûn. Herî dawî Luksemburgê jî ji bo şêwrê bangî balyozê xwe yê li Moskowayê kir. Wezareta Karê Derve ya Luksemburgê daxuyand ku hikumeta Luksemburgê êrîşê şermezar dike û em li pişt daxuyaniya Brîtanyayê disekinin ku ji bûyerê Rûsyayê berpirsyar digre.

    Wezîrê Karê Derve yê Luksemburgê Jean Asselborn duh dabû zanîn ku Luksemburg ti dîplomatên rûsî dersînor nakin. Herwiha Brîtanya, Kanada, DYA, Awûstralya, 16 dewletên YEyê û hin dewletên din ên ewropayê, biryara dersînorkirina dîplomatên rûsî dabûn.

    Lîsteya dewletên ku dîplomatên rûsî wê dersînor bikin wiha ye: DYA (60), Awûstralya (2), Ûkrayna (13), Elmanya (4), Fransa (4), Polonya (4), Kanada (4), Çekya (3) Lîtwanya (3), Spanya (2), Hollanda (2), Danimarka (2), Îtalya (2), Arnawûd (2), Hirwatistan (1), Fînlandiya (1), Swêd (1), Estonya (1), Letonya (1), Macaristan (1), Romanya (1), Norweç (1), Makedonya (1), Îrlanda (1).

    Sîxur Sergey Skripal û keça wî roja 4ê Adarê li Londonê li ser bankekê hişwindakirî hatibûn dîtin. Brîtanyayê ji jahrîbûna Skripal û keça wî Rûsya berpirsyar dîtibû û biryara dersînorkirina 23 dîplomatên rûsî dabû. Rûsyayê jî bi heman biryarê bersiv dabû Brîtanyayê.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Rêvebiriya Londonê hin agahiyên derbarê Skripal de ji çapemeniyê vedişêre
    Kremlinê nûçeya digot 'Skripal ji bo vegerê name ji Putin re şand' derewand
    Wezareta Rûsyayê: Brîtanya an nekarî xwe biparêze an jî bixwe di kuştina Skripal de heye
    Peskov: Divê di mijara Skripal de Brîtanya delîl nîşan de, em ê mesûmiyeta xwe îsbat nekin
    Etîketan:
    Jahrîkirin, Sîxur, Skripal, Wezareta Karê Derve ya Luksemburgê, Luksemburg
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de