19:09 25 Nîsan 2018
    Serokê PAOKê İvan Savvides

    Pêşbirkên ji ber bûyeran hatibûn taloqkirin vê hefteyê wê bên lîstin

    © REUTERS /
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hikumeta Yunanistanê ji ber bûyerên tund yên li welêt pêşbirkên Lîga Superê ji 12ê Adarê de heta demek ne diyar taloqkiribû. Hat payin ku pêşbirkên hatibûn taloqkirin vê hefteyê wê bên lîstin û lîg ji cihê ku maye wê berdewam bike.

    Wezareta Çand û Sporê ya Yunanistanê daxuyand ku piştî du hefteyan pêşbirkên Lîga Superê û Kûpaya Yunanistanê vê hefteyê wê ji cihê ku maye despê bikin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku hemû tîman pejirandiye ku di pêkhatin û tevlîbûna bûyeran a pêşbirkan de wê tîm bi daxistina pûnan û ketina ji lîgê bên cezakirin.

    Di pêşbirka navbera PAOK û AEK a lîga Superê ya Yunanistanê de ji ber biryara ofsaytê serokê kûluba PAOKê Ivan Savvidis hêrs bibû û ketibû qadê, Savvidis bi ser hakem Yorgos Kominis de meşiya bû, gef lê xwaribûn û destê xwe avêtibû çeka li pişta xwe. Piştî bûyerê hikumeta Yunanistanê ji 12ê Adarê ve pêşbirkên Lîga Superê taloqkiribû. Herwiha FIFAyê jî hişyariyek dabû ku di berdewamiya taloqkirina pêşbirkan de tîmên Yunanistanê wê ji tûrnûvayên navdewletî bên xistin.

    Bi heman mijarî:

    Serokê kûlubê bi çekê ket qadê, pêşbirk hat betalkirin
    Ji bo telefonên Android pêşbirk û listîkên kurdî yên balkêş!
    ‘Kûpaya Cîhanê wê di navbera Messi û Dewletên Ewropayê de derbas bibe'
    ‘Di ser mala Messi re balafir nikarin derbas bibin'
    Etîketan:
    Hakem, Bûyer, Tundî, Fitbol, Wezareta Çand û Sporê ya Yunanistanê, Yunanistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de