18:21 20 Gulan 2018
    Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg

    Stoltenberg: Em dê hejmara dîplomatên rûsî li NATOyê ji 30î daxine 20an

    © AFP 2018 / Emmanuel Dunand
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg ragihand ku ji ber mijara bijehrîkirina sîxûrê berê yê rûsî Sergey Skrîpalî li Brîtanyayê biryar dan ku hejmara Nûnerên Daîmî yê Rûsyayê li NATOyê ji 30î daxiste 20an.

    Sekreterê NATOyê Stoltenberg diyar kir ku NATO jî beşdarî biryara welatên Ewropayê ya tevdîrên dîplomatîk bû û da zanîn ku wan biryar daye ku hejmara dîplomatên rûsî li NATOyê ji 30î daxistine 20an, "Îro min akredîtasyona 7 nûnerên rûsî betal kir. Herwiha min serlêdana akredîtasyonê ya 3 dîplomatên rûsî jî ne pejirand."

    Laurie Bristow
    © REUTERS / David Mdzinarishvili
    ​‘ME BI AWAYEKÎ EŞKERE PEYAM DA RÛSYAYÊ KU DÊ BEDÊLA VÊ YEKÊ HEBE'

    Rûsya ne endamekî NATOyê ye. Stoltenberg da zanîn ku Tevî îxracan hê jî li Navenda NATOyê ya li Brûkselê 20 dîplomatên xwe hene û dê Rûsya bi endamên NATOyê re di nava peywendiyê de be.

    Stoltenberg eşkere kir ku ‘ew dê diyaloga karîger berdewam bikin' û da zanîn ku ‘me bi awayekî eşkere peyam da Rûsyayê ku dê bedêla vê yekê hebe'

    ‘EV NAYÊ WÊ WATEYÊ KU DÊ DIYALOGA BI RÛSYAYÊ RE WERE QUTKIRIN'

    Li gorî Stoltenbergî kêmkirina dîplomatên rûsî nayê wateyê ku diyaloga bi Rûsyayê re bê qutkirin.

    Stoltenberg, "Ev biryar dê polîtîkayên Hevpeymaniyê bi Rûsyayê re neguherîne. NATO weku berê bi potansiyela xwe ya xurt a leşkerî û amadekariyên li pêş yên bi Rûsya û Konseya Natoyê re ji hevdîtin û diyalogan re vekirî ne."

    The Grand Kremlin Palace
    © Sputnik / Alexey Druzginin/Anton Denisov/Russian Presidential Press Office
    ‘BIRYARA ME HEVSENG E Û QANÛNÎ YE'

    Di vê navberê de Stoltenberg amaje pê kir ku betalkirina akredîtasyona 7 dîplomatên rûsî û destûrnedayîna akredîtasyonê bo 3 dîplomatên rûsî hiqûqî ye.

    Stoltenberg herwiha got ku ev tiştên ku têne kirin hevseng in û destûrî ne, "Li ser fişarên ewlehiyê yên li dijî hevpeymanên me em van gavan diavêjin û ev yek beşek ji berteka navdewletî ya koordîneyê."

    Bi heman mijarî:

    Dadgehê cezayê girtîgehê yê Leyla Guvenê betal kir
    Ermenistan, protokola asayîkirina peywendiyên bi Tirkiyê re betal kir
    Amerîkayê prensîba ‘bêalîbûna înternetê’ betal kir
    Dadgehê biryara li ser Demirtaş betal kir
    Balyozê Tirkiyê ji nişka ve serdana Kerkûkê betal kir
    Îspanyayê ragihandina serxwebûna Katalonya betal kir
    Etîketan:
    Betalkirina Akredîtasyona dîplomatên rûsî, Daxuyanî, NATO, Ewropa, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de